Xelkê Silêmanî li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya

Xelkê Silêmanî li dijî êrîşên dewleta Tirk daketin qadan û şermezar kirin. Di çalakiyê de peyamên berxwedanê hatin dayîn.

Xelkê Silêmanî li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya
26 hezîran, 2020   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengtiya Tevgera Azadî û saziyên civaka sivîl xelkê Silêmanî li ser Rêya Seholeke kom bûn û êrîşên dewela Tirk a duh ku sivîl hatin hedefkirin şermezar kirin.

Di çalakiyê de wêneyên welatiyên sivîl ên hatine bombe kirin û birîndar bûne hatin hildan, dirûşmên 'Şehîd Namirin' û 'Dewleta Tirk ji Kurdisanê bicehenime' hatin qîrkirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku gelê Kurd li ber êrîşên dewleta Tirk teslîm nabin û peyamên berxwedan û yekîtiyê dan.

Çalakî bi dirûşmên tehşîrkirin û şermezarkirin êrîşên dagirker ên Tirk bi dawî bû.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oFMoMOc52Q8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>