Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin

Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo  kongreyeke çapemeniyê li dar xist, miqdareke madeyên hişbirê ku di demên berê de desteser kiribûn şewitandin.

Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
Li Qamişlo jî madeyên hişbirê hatin şewitandin
26 hezîran, 2020   18:28
QAMIŞLO

Îro 26'ê Hezîranê Roja Tunekirina Hişbirê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê Hêzên Asayîşa Qamişlo kongreyek çapemeniyê li ber dibistana ajotinê ya kevin a bajêr li dar xist. Nûnerên Desteya Hundirîn, Desteya Tenduristiyê, Desteya Jinê û endamên Gerînendeyê Buroya Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî amade bûn.

Di kongreyê de endamê rêveber ê Desteya Hundirîn a herêma Cizrîrê Reyan Exte axivî û anî ziman ku hêzên ewlekariyê li dijî  pirsgirêkên ku ziyanê dide civak û exlaqê  tê dikoşe.

Exte spasiya hêzên ewlekariyê kir û bang li şêniyên herêmê kir ku bi rihê berpirsyartî tevbigerin û rewşên bi guman ên bazirganî an bi karanîna madeyên hişbirê agahî bide hêzên Asayîşê.

Endamê rêveber ê Meclisa Dada Civakî ya Herêma Cizîrê Hemdan Xelîl got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreş piralî ye, ji aliyên wê parastina civakî û têkoşîna li dijî hişbirê ye.

Xelîl spasiya hêzên Asayîşê kir ku destkeftiyên mirovî diparêze.

Piştre endamê rêveber ê beşê Gerînendeyê Buroya Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî Ehmed Hacî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Asayîşê û Têkoşîna Li dijî Sûcên Rêxistinkirî di aliyê girtin bikarhîner û bazirganên madeyên hişbirê û desteserkirina madeyan de destkeftiyên mezin pêk anîn û bi hemû hêza xwe hewl dide îsal vê diyardeyê kêm bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di salekê de 131 bazirgên madeyên hişbirê hatin girtin rêjeyek mezin ji heşîş û hebên hişbirê û madeyê din desteser kirin.

Li gorî daxuyaniyê madeyên ku hatin desteserkirin:

53, 807 kg heşîş, 63 çixareyên bi heşîşê pêçandî, 13 şitil heşîşa (Qenbez), 875 gram qenbez, 2,432 kg Heroin û 2 kg, cocaine .

Di dawiya kongreyê de madeyên hişbirê hatin şewitandin

ANHA