Rojnews: PDK’ê ji bo parastina baregehên Tirkiyeyê hêzek mezin şand Şêladizê

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, PDK’ê hêzek mezin ya leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanî, şand derdora baregehên dewleta Tirk yên li Şêladiz û Bamernê.

Rojnews: PDK’ê ji bo parastina baregehên Tirkiyeyê hêzek mezin şand Şêladizê
26 hezîran, 2020   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rojnews bidestxistine, duh bi şev Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hêzek zêde ji bo parastina baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk yên li Şêladiz û Bamernê, şandiye Şêladizê. Weku di dîmen de jî tê dîtin, bi leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanî re, kel û pelên leşkerî, wesayîtên zirxî û gelek alavên din yên leşkerî hene.

Xelkên Şêladizê diyarkirin ku PDK vê hêzê ji bo parastina baregeh û leşkerên Tirk yên ku rojane komkujiyan pêktînin, şandiye.

Gorî çavkaniyên herêmê, hêza ji bo Şêladizê hatî şandin, leşkerên Roj û pêşmergeyên Zêrevanîne. Ev her dû hêz jî girêdayî PDK û hêzên hizbîne.

<iframe width="667" height="375" src="https://www.youtube.com/embed/zH-1sj6uXJg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>