57 malbatên din li kampa koçberan a Girê Spî bi cih bûn

57 malbat piştî ku derbasî kampa Girê Spî bûn, bendewarên peydakirina konan in. Rêveberiya kampê rêxistinên mirovî rexne kirin ku bangên wan bi cih naynin û rewşa koçberên ku rojane berê xwe didin kampê, di ber çavan re derbas nakin.

57 malbatên din li kampa koçberan a Girê Spî bi cih bûn
26 hezîran, 2020   07:48
EYN ÎSA

Şêniyên kampa koçberan a Girê Spî ji beriya 15 rojan ve zehmetiya kêmbûna konan û pêwîstiyên pêşwazîkirina koçberên têne kampê, dikişînin.

Rêveberiya kampê ji ber qedexeya derketina derve ya ku ji ber Koronavîrusê Rêveberiya Xweser dabû ferzkirin, zêdetirî du mehan pêşwaziya koçberan nedikirin, lê paşê serê meha Hezîranê rêveberiyê ragihand ku ew ê pêşwaziya koçberan bikin û paşê ji ber kon hindik bûn, nema pêşwaziya koçberan kirin.

Tevî ku kon di depoyên kampê de tune bûn lê dîsa jî ji ber cih tune bû malbat lê bi cih bibin û kirêya malan bilind bûye, derdora 57 malbat pêşwazî kirin.

Koçberê bi navê Elî Hesen ê ji gundê Erîda ya girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî û ew jî di nava malbatên nû rêveberiya kampê pêşwaziya wan kiriye, anî ziman ku piştî pere li ber destê wî nema û êdî nema karî debara xwe bike û lîreya sûrî li hemberî dolar daket, berê xwe da kampê.Elî Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî kon tune bûn jî lê rêveberiya kampê pêşwaziya me kir."

Elî diyar kir ku ew bi 4 malbatên din re dijî û di konekî de hejamra wan derdora 25 kesan e, ji bo dema derbas bike bi malbatê re digere û ji ber cih teng e tenê di saetên şevê de kon bi kar tînin.

Zehra Mihemed jî axivî û got: "Em li Reqayê di malekê de bûn, lê ji ber kirê ji 25 hezaran bû 60 hezar, wan berê xwe dan kampê."

Zehra Mihemed wiha axaftina xwe domand: "Malbateke li kampê pêşwaziya me kir, tevî ku cih deng e jî, lê dîsa jî em neçar in fêr bibin û heta rêveberî konekî ji min û malbata min re peyda bike."

Li aliyê din jî koçbera bi navê Meryem Mûsa ya ji bajarê Serêkaniyê ku derfet tune bû derbasî kampê bibe û niha li cem mirovên xwe dimîne diyar kir ku xwediyê malê kiriya xanî bilind kir û ji ber ew derketin.

Meryem da zanîn ku rêveberiya soz daye wan ku dema kon peyda bikin ew ê pêşwaziya wan bikin.

Ji ber rewşa debarê zehmet bûye, rojane koçber berê xwe didin kampê û ji ber kon kêm in rêveberî zehmetiya pêşwaziya koçberan dikişînin.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Kampa Koçberan a Girê Spî Elî El-Qibîn ji ajansa ANHA`yê re daxuyand ku ji ber kon hindik in ji eslê 170 malbatên navên xwe tomar kiribûn wan tenê 57 malbat pêşwazî kirin û ew jî bi hin malbatên din li kampê re dijîn.

Elî El-Qibîn parve kir ku rêxistinên mirovî yên li herêmê dikin bangên wan bi cih naynin û konan peyda nekin .

Kampa koçberan a Girê Spî 22’yê Cotmeha derbasbûyî hate vekirin û tê de 3 hezar û 684 koçber hene û li ser 691 konî hatine belavkirin.

(eh)