Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar

Îro berdevkê Hizbullahê ya Iraqî Ebû Elî El-Eskerî gef li serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî xwar û Kazimî wek “ajanê Amerîkayê û xayîn” bi nav kir.

Hizbullaha Iraqê gef li Kazimî xwar
26 hezîran, 2020   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Elî El-Eskerî îtîraf kir ku koma Hizbullahê hin herêmên li paytextê dorpêç kirin, nexasim ‘Herêma Kesk’ a ku saziyên giştî tê de ne, balyozxane û navendên fermî û hin malên rayedarên iraqî.

Di heman demê de hin şêniyên Iraqê dîmenên ku tê de tevgera erebeyên endamên Hizbullahê û çek tê de bûn, eşkere kirin, her wiha endaman li naverasta kolanên paytextê nexasim li derdora Herêma Kesk gef li hêzên ewlekariyê û serokwezîr Mistefa Kazimî xwarin.

(eh)