Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde ya kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya gundê Helincê ya girêdayî kantona Kobanê meşiyan.

Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin
Şêniyên Amûdê komkujiya Helincê şermezar kirin
24 hezîran, 2020   18:37
QAMIŞLO

Duh balefirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê kirin hedef. Di encamê de sê jin şehîd bûn. Yek ji wan endama Koordinasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel bû.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev êrişa hovane şermezar kirin.  

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker meşiyan.

Meş ji qada Şehîd Cîhad destpê kir. Şêniyan wêneyên şehîdên jin û pankartên bi nivîsên ‘Li ser şopa Hevrîn û Zehra em ê asta berxwedanê bilind bikin’ hildan.

Şênî di nav kolanên navçeya Amûdê de meşiyan û sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana jina azad berz kirin.

Meş li Qada Jina Azad rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirinê, endama Kongreya Star Yusra Mihemed axivî û behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker û sûcên wê li dijî gelê Kurd li gel bêdengiya civaka navdelwetî kir.

Yusra bibîr xist ku dewleta Tirk dibîne ku destkeftiyên gelê herêmê ne li gorî siyaseta wê ye. Ji ber wê hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Yusra got: “Kobanê kaniya berxwedanê ye û bi hezaran şehîd dane. Li hember terora ku Tirkiyê piştgiriya wê dike, biser ket. Her wiha jinê ji cîhanê re vîn û karîna xwe îsbat kir. Em bang li  jinan dikin ku ji her demê bêhtir xwe birêxistin bikin û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî jinê û civakê bişkînin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YBBv-8bQZFo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>