Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin

Şêniyên herêma Tebqa û gundewarê wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir El-Ewad oxir kirin.

Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mahir oxir kirin
24 hezîran, 2020   18:24
TEBQA

Li Tebqayê bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan nexweşxaneya Tebqayê ya Watanî da ku cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mahir El- Ewad werbigirin. Bi sedan endamên saziyên sivîl, civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevlî wan bûn.

Li goristanê hevalên şehîd, cenazeyê hevalê xwe rakirin ser milan û danîn ser dika goristanê. Piştre merasîm li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve destpê kir.

Bi navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb El-Hesûn û hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec axivîn.  

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kirin ku şehîd Mahir ji yekemîn endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, ku berpirsa parastina herêmê hilda ser xwe.

Hamid El-Ferec di axaftina xwe de rûspiyên êlên herêmê ji Mezlûm Ebdî re bibrî xist û îşaretpê kir ku bi rêya wê serdanê rave kirin ku kesek nikare vîna gelên herêmê bişkîne û êlên herêmê ji bo pêkanîna projeya neteweya demokratîk ji şehadetê re amade ne.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foza wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Mahir li gel berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA