Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li kantona Şehbayê li dijî komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Helincê meşiyan.

Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
Li Şehbayê êrişa dagirkeran hat şermezarkirin
24 hezîran, 2020   18:52
ŞEHBA

Li ser bangawaziyan Kongreya Star a kantonên Efrîn û Şehbayê bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdas meşiyan. Girseya gel di nav kolanên navçeyê de meşiya, pankartên bi nivîsên `Bijî berxwedana jinên Kobanê`, `Na ji sûcan, îşkenceyê û revandina jinan re` hildan û sloganên `Kobanê ne bi tenê ye Efrînê piştgiriya wê dike`, Mirin ji Erdoganê faşîst re’ û `Na ji dagirekriya Tirk re` berz kirin.

Piştî ku meş rawestî, mitîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Kongreya Star a kantona Efrînê Şaziye Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê bi erêkirina Rûsya û Amerîka êriş kir û bêdengiya navdewletî tê wateya ku wê jî êriş erê kiriye.

Şaziye got: “Ev ne cara yekê ye ku artêşa Tirk a dagirker jinan dikuje, li bakurê Kurdistanê, Heleb û Rojava jî jin hatin kuştin. Ji ber wê divê jin asta têkoşînê bilind bikin da ku fikrê azad biparêz in.’

Endama Koordînasyona Yekîtiya Jina Azad a kantona Şehbayê Rîhab Hibo bang li tevgerên jinan kir ku serî hildin ji bo ku hedefgirtina jinan rawestînin.

Rîhab bang li tevahiya jinan kir ku şopdarên şehîdan bin da ku jin bigihêje armanca xwe ya avakirina civakek demokrat û azad.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriyê bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bm3_yachfs8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>