Li Minbicê teqîneke din, birîndar hene

Li derdora Minbicê teqîneke din rû da, di encamê de birîndarên sivîl hene.

Li Minbicê teqîneke din, birîndar hene
24 hezîran, 2020   09:57
MINBIC

Navenda Çapemeniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku li Minbicê teqîneke din rû da, di encamê de 2 sivîl bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din jî ev teqîn piştî çend kêliyan ji teqîna yekemîn a li nêzî Çerxerêya Şehîdan li derdora bajêr li aliyê başûr pêk hat, lê di teqîna yekemîn de tu ziyan çênebûn.

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku teqîn bi destê îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) çêbûne, ew jî bi rasthatina bombebarana artêşa Tirk a duh li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê pêk hatin.

(fr)

ANHA