Li Cebel El-Zawiye 3 leşkerên hikumeta Sûriyê û 4 çete hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku di encama şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk de li Cebel El-Zawiyê 3 leşker û 4 çete hatin kuştin. Her wiha dewleta Tirk baregehên hêzên hikumetê topbaran kirin.

Li Cebel El-Zawiye 3 leşkerên hikumeta Sûriyê û 4 çete hatin kuştin
24 hezîran, 2020   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê şevê din êrişî baregehên çeteyên Cebehet El-Tehrîr El-Weteniye li herêma Hereş Benîn a Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê kir û di navbera her du aliyan der şer derket û heta saetên vê sibê dewam kir.

Her wiha topbaraneke dijwar hat kirin ku di encama wê de herî kêm 4 çete û 3 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker jî îro di saetên sibê de baregehên hêzên hikumetê yên li Meret El-Naman û gundê El-Dana yê başûrê Idlibê topbaran kir. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de heta van kêliyan nehatin bidestxistin.

Balafireke keşfê jî herêma Benîn îro di saetên sibê de bombebaran kir û tu agahî der barê ziyanan de tune ne.

bx