TJK-E: Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinan e

TJK-E'yê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê da û got "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinan e.”

TJK-E: Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinan e
24 hezîran, 2020   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) li ser êrişa dewleta Tirk daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi destê hêzên navneteweyî qirkirina Kurdan dewam dike.

TJK-E'yê ragihand ku êrişa li Kobanê ya li dijî jinan nîşan dide ku dewleta Tirk çi qasî ji jinan ditirse û wiha destnîşan kir: "Ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi SÎHA'yan a li ser gundê Helîncê yê Kobanê, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel jî di nav de 3 hevalên me yên jin şehîd bûn. Ji dema ku DAIŞ li Kobanê hate têkbirin û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrişê dibe ser Rojava. Dewleta Tirk a faşîst ji bo şoreşa jinan a Rojava tune bike serî li her rê û rêbazê dide, êrişê dibe ser jinên birêxistinkirî û têkoşer."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Komkujiyeke sêyemîn a Parîsê anîn serê jinên Kurd. Li Parîsê sala 2013'an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi destê îstîxbarata Tirk, sala 2016'an li Bakurê Kurdistanê Sewê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li Rojava jî Zehra û jinên têkoşer ên pê re ku tovên têkoşînê çandin bûn hedefa êrişa dewleta Tirk a dagirker. Bi kuştina jinan dixwazin gelê Kurd tune bikin. Hêzên navneteweyî hemû yên ku qada hewayî ji van êrişan re vekiriye ji vê yekê berpirsyar in. Hemû kesên ku li pêşberî van êrişan bêdeng in hevparê vê komkujiyê ne.

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinê ye. Erdogan kujerê jinê ye. Jinên ku duh li Kobanê hatin kuştin, ne yên destpêkê bûn. Li dijî van êrişên hovane û bêperwa jinê wê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê mezintir bikin, dawî li rejîma faşîst a Erdogan bîne. Tu tişt ji hêza jinan a têkoşer û berxwedêr ne mezin e. Kobanê mînaka herî mezin a vê yekê ye."

TJK-E'yê ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bang kir ku kurdistanî, jinên Kurd, rêxistinên jinan, demokrat, welatparêz û dostên Kurdan îro saet 18:00’an dakevin qadan.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, têkoşîna jinan wê li dijî faşîzmê bi ser bikeve.