Wezareta Karên Derve ya DYA’yê êrişa li ser Kobanê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a li ser gundê Helincê yê  Kobanê şermezar kir û banga çareserkirina siyasî li welêt kir.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê êrişa li ser Kobanê şermezar kir
24 hezîran, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em hestyariya xwe ya kûr bi  malbatên ku ewladên wan jiyana xwe ji dest da û birîndarên sivîl ên li Sûriyê ku ji ber êrişa terorîst li Til Helef û bombebarana li Kobanê, diyar dikin."

Wezaretê bang li hemû aliyan kir ku lihevkirineke siyasî li Sûriyê li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ya 2254’ana pêk bîne.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Tundiya heyî hêviya çareseriyê asteng dike. Em destekdayîna xwe ji bangên sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres û nûnerê tayet Geir Pedersen re ji bo agirbesta niştîmanî didomînin. Her wiha em destekê didin xebatê nûnerê taybet Geir Pedersen ji bo hêsankirina çareseriya siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254.”

Duh balafireke bêpîlot malek li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê saet di 17:30`an de bombebaran kir û di encama wê de her du endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Birkul, Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîna Weysî şehîd bûn.

(bx)

ANHA