Li ser medyaya civakî bertekên li dijî komkujiya li Kobanê zêde bûn

Li ser medyaya civakî bertekên şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker bi firokeyek bêpîlot li dijî maleke li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê, zêde bûn.

Li ser medyaya civakî bertekên li dijî komkujiya li Kobanê zêde bûn
24 hezîran, 2020   09:16
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Firokeya bêpîlot a dewleta Tirk a dagirker duh maleke li gundê Heclincê hedef girt, di encamê de 3 jin şehîd bûn, jê 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê ne; Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û ya din jî xwediya malê Emîne Weysî ye.

Bertekên mezin ji hêla bikarhênerên medyaya civakî de li dijî êrişa dewleta Tirk hene. Gelek bikarhêneran êriş şermezar kir û hinên din jî daxwaza rawestandina sûcên ku Erdogan pêk tîne, kir.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser hesabê xwe ya Facebookê der barê şehîdbûna jinan li gundê Helincê de wiha belav kir: "Ji Tirkiyê û bêdengiyan re şerm e, Zehrayê parastina mafên jinan dikir, bi şev û roj ji bo parastina wan dixebitî."

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi twittekê wiha got: "3 jin bi firokeya bêpîlot a dewleta Tirk li Kobanê hatin şehîdxistin, çalakvanên parastina mafên jinan bûn, her wiha desthilatên Tirkiyê kîneke kûr li hember jinên Kurd hildigirin, ji mezibûna van jinan ditirse, ji lewre hedef girtin, sûcên ku Erdogan pêk tîne, rawestînin."

Li aliyekî din jî gerînendeyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê Mistefa Balî bi twittekê wiha da zanîn: "Hedefgirtina jinan li Kobanê berdewama metoda DAIŞ û zihniyeta DAIŞ’ê ya tolhildana ji Kobanê ye û ev êrişa tirsonak vîna jinên kobanî ku DAIŞ têk biriye, naşikîne."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Kêlo Îsa bi twittekê wiha parve kir: "Dewleta Tirk a dagirker rojane komkujiyan pêk tîne, her wiha dê bi milyonan şênî şopdarên rêya wan şehîdan bin."

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Sîhanok Dîbo bi twittekê tevî wêneya şehîd Zehra Berkel wiha anî ziman: "Tu ji Hitler ne bihêztir î û ji Mussolinî ne afirînertir î, lê bêdengiya civaka navneteweyî tu kir nazî, faşîst û gur, tevî wê jî ey Sultan dê ketin û hilweşîna te dê pir mezin be."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xalid Berkel li ser rûpela xwe ya Facebookê der heqê êrişê de wiha diyar kir: "Ruxmê pozê tûranî û dîktatoran em di pêkanîna projeya mirovahî ya perwerdekirina gel û neteweyan di pradîgmaya neteweya demokratîk de berdewam in...bi şehîdên pêşeng in û li ser şopa wan bi pêş dikevin."

Hevserokê Buroya PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo bi nivîsekê li ser Facebookê wiha da zanîn: "Dê hûnê bibin meşeleya ronîkirina rêya me û pêşengên pîroz ji me re ku serkeftina misogre bi dest bixin."

Ehmed Şêxo îşaret bi êrişkaran kir û wiha domand: "Terora we têkoşîna me naşikîne, lê berovajî israra me li ser berdewama rêça şehîdan û tolihdanê zêde dike."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos hestiyariya welatê xwe ya kûr ji malbatên sivîlên li Sûriyê re ku di êrişa terorîst a li gundê Til Helef ê rojavayê bajarê Serêkaniyê yê Bakurê Sûriyê û derbeya asîmanî li Kobanê ku jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne, anî ziman.

Gelek bikarhêner wekî berteka li ser êrişa ku li dijî jinan li Kobanê pêk hatiye, beşdarî hashtaga "#Tirkiye dewleteke teror e" nîşan da.

Li aliyekî din jî hejmareke mezin ji welatiyên tevna civakî bi kar tînin, bang lidarxistina îro ya xwepêşandana li dijî êrişa Tirkiyê li bajarê Kobanê kir.

(fr)

ANHA