Zehra Berkel... rêwîtiyeke têrtijî bi birêxistinkirina jinan

Zehra Berkel û çalakvanên tevgerên jinan, mohra xwe li rêxistina jinan da û hem çalakvan û hem jî hiqûqnas bûn. Xema wan a yekane parastina mafên jinan aû têkoşîna ji bo wan bû. Zehra Berkel û Emîne Weysî li pişt xwe mîraseke tijî têkoşîna jinan hişt.

Zehra Berkel... rêwîtiyeke têrtijî bi birêxistinkirina jinan
Zehra Berkel... rêwîtiyeke têrtijî bi birêxistinkirina jinan
Zehra Berkel... rêwîtiyeke têrtijî bi birêxistinkirina jinan
24 hezîran, 2020   09:24
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Duh maleke sivîlan a li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê rastî bombebarana firokeyeke bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker hat.

Di encamê wê de endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî şehîd bûn.

ZEHRA BERKEL KÎ YE?

Zehra Berkel (33) li Kobanê hatiye dinê, Fakultoya Hiqûqê li bajarê Helebê xwendiye û ji malbateke welatparêz e.

Di destpêka sala 2013’an de bi hedefa pêkanîna azadiya her jinekê tev li Mala Jinan bû, piştre di Heyva Sor a Kurd de xebitî.  Piştî wê çû Dîwana Meclisa Gel a Kobanê, li wir demekê ma, dûre bû hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê.

Piştî xebata li şaredariyan, bû hevseroka Desteya Edaletê ya Kobanê.

Di pey wê re, Zehra ji bo endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê sala 2018’an hat xelatkirin, di oxira azadî û dîtina çareyan ji pirsgirêkan re kedeke mezin da û jin bi rêxistin kirin.

Piştî salên ji têkoşînê, duh di encama hedefgirtina firokeya bêpîlot a artêşa Tirk a dagirker li ser maleke li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê de Zehra Berkel gihîşt asta şehadetê.

EMÎNE WEYSÎ KÎ YE?

Şehîda sivîl Emîne Weysî (1965) ji gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê ye û dayika 5 zarokan e.

Emîne Weysî bi kesayeta xwe ya welatparêz dihat nasîn, tev li tevahî çalakiyên jinan dibû, tevahî enerjiya xwe dabû doza kurdî û bidestxistina mafên jinan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/prR07uT_uls" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>