Rêveberiya Xweser 10 zarokên DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10  zarokên sêwî yên fransî radesrtî hikumeta Fransayê kirin.

Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
Rêveberiya Xweser 10 zarokên  DAIŞ'î radestî hikumeta Fransayê kir
22 hezîran, 2020   05:34
QAMIŞLO

Şandeyek hikumeta Fransayê serdana Daîrya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya Fransî ya bi serokatiya nûnerê Wezareta Derve ya Fransayê Eric Chevalier ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer û cîgirên wî Ebîr Îlê û Fener El-Giêt ve hate pêşwazîkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin.

Ev serdana çaremîn a nûnerê Wezareta Derve ya Fransayê Eric Chevalier a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Serdana yekemîn piştî êrişên 9'ê Cotmeha 2019'an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bû.

Piştî civînê Eric Chevalier spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiatê Sûriyê kir ku pêşwaziya wan kir û hevdîtin pêk anî.

Abdulkerîm Umer jî xalên sereke yên ku di civînê de hatin nîqaşkirin diyar kir û got: "Me nêrînên derbarê rewşa giştî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi taybet de parve kir."

Umer her wiha anî ziman ku di civînê de nêrînên girêdayî girîngiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wê li ser diyalogên pêşerojê yên girêdayî Sûriyê di qada navdewletî de hatin parvekirin. Umer destnîşan kir encamên qanûna Qeyser li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin û got: "Piştî girtina deriyê Til Koçerê ambargoyek li ser herêmê çêbûye."

Abdulkerîm Umer diyar kir ku her du aliyan xwestin ku deriyê Til Koçerê ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo şêniyên herêmê û bi hezaran koçber were vekirin.

Umer destnîşan kir ku wan û şandeya Fransî girîngiya dîtina çareseriyeke siyasî û avakirina Sûriyeke demokratîk nîqaş kirin.

Di berdewama axaftina xwe de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer got: "Me rewşa kampên malbatên çeteyên DAIŞ'ê û girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên QSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş kirin. Divê çete li herêmên Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojihlatê Sûriyê werin darizandin, ji ber hemû delîl li vir. Me ji dostên xwe yên Fransî xwest ku di vî aliyê de destkê bidin me."

Piştî civînê Daîreya Têkiliyên Derve 10  zarokên sêwî û rewşên mirovahî yên ji malbatên DAIŞ'î radestî şandeya Fransî kir.

ANHA