Şêniyên Efrînê: Êrişên Tirkiyê rawestînin

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane koçberî Şehbayê bibin, gotin: “Em bang li aliyên têkildar dikin ku destwerdanê bikin û êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê rawestînin.”

Şêniyên Efrînê: Êrişên Tirkiyê rawestînin
22 hezîran, 2020   03:35
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  koçberî Şehbayê bûne êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengal, wargeha penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) yên li başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku bi lez destwerdan bikin û  sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.

Koçbera bi navê Leyla Îbrahîm êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Şengal û wargeha Mexmûrê şeremzar kir û got: “Dewleta Tirk ji koçberkirina xelkê bakurê Kurdistanê têr nebû, niha sivîlan dike hedef û êrişên xwe yên li dijî wan didomîne.”

Leyla bang li rêxistinên navdewetî kir ku bi lez bikevin tevgerê û êrişên li ser sivîlan rawestînin.

Reşîd Silêman jî êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir  û destnîşan kir ku ev êriş paçekirina gelê  Kurd dike hedef.

Reşîd anî ziman ku ew ciwanên Efrînê dê bi yek destî heta dawî li ber xwe bidin û bang li hikumeta Iraq û ya herêma başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser gelê Kurd bisekinin.

Mihemed Hisên bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku êrişên Tirkiyê yên  li ser Şengal û wargeha Mexmûrê rawestîne û li hemberî êrişên Tirkiyê yên li ser sivîlan ji bêdengiya xwe derkevin.

Elî Ehmed jî êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi lez mudaxele bikin û sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deynin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t9ntlB1Mn4M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>