ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-6-2020`AN
21 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û sûcên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê şêniyên Qamişlo, Çilaxa, Kobanê, Herêma Efrînê û Helebê dadikevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Aborî û Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkariyê bi koordîneya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona Hesekê bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û piştgiriya aboriya civakî gelek projeyan pêşkêş dike. Desteyê cara yekemîn hilberîna garis çand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane koçberî Şehbayê bibin, gotin: “Em bang li aliyên têkildar dikin ku destwerdanê bikin û êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê rawestînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên rewşenbîr ên navçeya Şedadê ya Hesekê, bal kişandin ser sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê, bombebarankirina Şengal, Mexmûr û başûrê Kurdistanê û wiha gotin: “Divê li hmeber dewleta Tirk û terora wê yekîtî were xurtkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kobanê lihevkirina aliyên Kurd ên Rojava pîroz kirin û hêvî dikin ku hemû partî beşdarî vê lihevkirinê bibin da ku bi awayekî çalakî li ser erdî pêk were û veguhere belgeyeke fermî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Dewleta Tirk  a dagirker bi serkêşiya Erdogan bi rêya çeteyan deryayî û bejahî hewl dide hegemoniya xwe heta li ser hesabê dewletên Ewropî fireh bike. Dewletên Ewropî jî hewl didin rê li pêşiya firehbûna hegonomiya Enqereyê bi rêya pêkanîna lihevkirinên dualî ku ewlehî û aboriya xwe diparêze, bigire. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Qamişlo têkildarî tedbîrên Rêveberiya Xwser ên ji bo başkirina rewşa jiyanî gotin: "Tedîbrên ku Rêveberiya Xweser girtine ji aloziya aborî re derman in." Pisporê aborî Alaedîn Ferhand anî ziman ku ev tedbîr êrênî ne, serketina van gavan girêdayî asta lêkolînkirin û pêkanîna wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfa Xelo got destpêkirina Qanûna Qeyser dê bandore li herêmê bike û diyar kir ku wan komîte avakirine da ku rewşê bişopînin û proje dane da ku li herêmê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Kirîna Genim a bajar û gundewarê Minbicê dest bi serifkirina fatoran ji bo cotkaran kir û rojên Yekşem  û Çarşemê ji bo serifkirinê fatoriyê diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Sarîn (15) ruxmî temenê xwe yê biçûk, lê stranan dinivisîne. Heta niha derdora 15 stranên neteweyî nivîsandine. Sarîn a biçûk  li benda piştgiriyê ye.) BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA