​​​​​​​Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe li Deryaya Spî li ser hesabê Ewropa fireh bike

Dewleta Tirk  a dagirker bi serkêşiya Erdogan bi rêya çeteyan deryayî û bejahî hewl dide hegemoniya xwe heta li ser hesabê dewletên Ewropî fireh bike. Dewletên Ewropî jî hewl didin rê li pêşiya firehbûna hegonomiya Enqereyê bi rêya pêkanîna lihevkirinên dualî ku ewlehî û aboriya xwe diparêze, bigire.

​​​​​​​Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe li Deryaya Spî li ser hesabê Ewropa fireh bike
22 hezîran, 2020   01:32
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Yewnanistan û Îtalya di 9`ê Gulana îsal de lihevkirinek mohr kir. Li gorî lihevkirinê sînorên xwe yên deryayî li gel nerehetiya Tirkiyê girêdayî mafên bikaranîna jêderên berhemên xwezayî, xêz kirin. Da ku herêmek aborî di navbera hev du de ava bikin.

Çendîn encamên vê lihevkirinê li ser herêma rojhilatê Deryaya Spî mezin bin, lê gavek girîng tê hesibandin. Tirkiyê ji 2009`an ve ji dema ku Îsraîlê embara gazê di kurahiya Deryaya Spî de vedîtiye, hewl dide wan zeviyên petrol û gazê bi hêzê kontrol bike. Qibirsê jî di 2011`an ve dest bi vekolandinê kir.

Serokwezîrên Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis di daxuyaniyekê de diyar kir ku lihevkirina kuk di avahiya wezareta derve de dema serdana wezîrê derve yê Îtalya Luigi de Mayo serdana Athena kiriye hatiye mohrkirin, dozek ji 40 salî ve nakok çareser kir.

Mitsotakis got: "Îro ji bo Yewnanistan, Îtalya û Ewropa û herêma Deryayê Spî rojek nû ye. Lihevkirin li gorî qanûna deryayan a navdewletî û hevpeymana NY`î ye."

Wezîrê derve yê Yewnanistanê Nikos Dundas piştî mohrkirina lihevkirinê bi De Mayo re destnîşan kir ku ev lihevkirin sînorên herêma aborî-herêma deryayî xêz dike bi şêwazekê ku  mafê xwe ya xebatên vekolandina enerjiyê û bikaranîna jêderên deryayî di navbera her du dewletan de birêxistin dike. Her wiha mafên nêçîriyê jî çareser dike û got: Îro rojek dîrokî ye.

Dundas bal kişand ser ku lihevkirin destnîşan dike ku ji giravên di herêma deryayî de ji mafê Yewnanisatnê ye û pirsgirêkên girêdayî mafên nêçîriyê çareser dike. Dundas got, Athena hewl dide herêmek aborî taybet bi cîranên xwe re ava bike.

Şîrovekarên vê rewşê, lihevkirinê wek gavek erênî dibînin. Di vî warî de Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi mamosteyê Zanîngeha Peloponnese ya Yewnanistanê û serokê navenda lêkolînên deryaya Spî û Rojhilata Navîn û Îslamî Sotiris Roussos re hevdîtinek çêkir. Roussos got: "Ev lihevkirinê li gorî bingehê gavek erênî ye."

Roussos destnîşan kir ku divê tu lihevkirin bi hêzê û tenê ji aliyekê ve neyê ferzkirin. Dozên girêdayî herêma aborî ya Deryaya Spî bi rêya danûstandinên dualî li gorî qanûna navdewletî çareser dibin. Pêwîstî bi tehdîdê û tundiyê tune ye.

Derbarê sûdgirtina aborî ji lihevkirinê Roussos got: "Tu encamên aborî yekser ên lihevkirinên tune ne. Xebatên vekolandin an jî lêkolînên girêdayî petrol an jî gazê ji hêla her du welatan ve tune ne. Yewnanistan di ava xwe ya herêmî de li zeviyên petrol û gazê digere. "

Tevî wê jî Roussos texmîn kir ku lihevkirin atmosferek erênî ji bo çareserkirina dozên nakok mîna diyarkirina sînorên herêma aborî di navbera Yewnanistan û Albanya diafrîne.

Piştî ku Tirkiyê bi hikumeta Fayiz El-Seraj a Lîbyayî re di Mijdara par de lihevkirinek girêdayî sînorên deryayî morh kir, lihevkirina di navbera Yewnanistan û Îtalya de çêbû. Yewnanistan ji wê lihevkirinê aciz bû û wek gavek li dijî serdestiya xwe hesiband. Her wiha Misir û Qibirs jî dijberî wê lihevkirinê derketin û gotin ew lihevkirin ne qanûnî ye.

Wê demê wezîrê derve yê Yewnanistanê bang kir ew lihevkirine, wek lihevkirinek ne rewa were hesibandin.

Her wiha îşaretpê kir ku lihevkirina di navbera Enqere û Terablusê qanûna navdewletî û serdestiya dewletên herêma Deryaya Spî binpê dike, rewşên li Lîbya û herêmê bi giştî tevlihev dike.

Lewra Roussos got: "Bi texmîna min hikumeta Yewnanistanê dema lihevkirina bi Îtalyayê re mohr kir, lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Wîfaq di ber çavan re derbas kir. Bi taybet li gel ku ev pîvanên vê lihevkirinê girêdayî  mafê nêçîriyê yê Îtalya  di ava Yewnanistanê ya herêmî de ne hevseng e û bandora biçûk a giravên Yewnanistanê yên biçûk li ser herêma borî."

Roussos ruxmî wê jî got:" Ji bilî ku tiştekî sembolîk e, weke me li jor gotiye, tu bandora wê ya şênber li ser herêma aborîiyê ya Tirkiyê û Lîbyayê tune y. Her wiha tu alavên ku karibe destwerdana Tirkiyê li rojhilata Deryaya Spî de têk bibe, tune ne."

Roussos dibîne ku Tirkiyê di dema niha de hewl dide hebûna xwe li Lîbyayê xurt bike. Roussos dûr xist ku Enqere karibe qebîle, siyasetmedar û milîsên ku dê derbasî Lîbyayê bike, kontrol bike.

Têkildarî şîroveyên ku dibêjin, heger Tirkiyê xwe li Lîbyayê xurt kir dê karibe Îtalya bi şandina penaberan şantaj bike mîna ku çawa bi Yewnanistanê kir, Roussos got armanca Enqere ya sereke û dawîn ew e ku hegemoniya Tirkiyê li rojhilata Deryayê Spî xurt bike. Lê destnîşan kir ku Roma serî ji siyasetên belavkirina tevliheviyê re li berava rojhilatê Deryayê Spî natewîne.

Ji ber mafên vakolandinê li Deryaya Spî Yewnanistan û Qibirs li ser asta dîplomasî bi Tirkiyê re nakok bûn.

Yewnanistan, Misir, Qibirs û Fransa di demek berê de di dawiya hevdîtina li ser asta wezîran li Qahîra daxuyaniyek hevpar dan. Her çar welatan lihevkirina Seraj-Erdogan wek binpêkirinek li dijî biryarên Konseya Ewlehiyê ya navdewletî hesibandin ku ewlehiya herêmê qels dike.

Wezîran destnîşan kir ku ew her du muzakere ewlehiya herêmî her çû qels kir û ne rewa ne.

Misir, Qibirs û Yewnanistan bi lihevkirina Seraj-Erdogan îtîraf nekirin û wê wek binpêkirinek li dijî qanûna navdewletî û destwerdanek li dijî mafên dewletên rojhilata Deryaya Spî hesibandin.

Yekîtiya Ewropayê jî diyar kir ku ew ji ber lihevkirina parvekirina herêmên hegemoniyê di Deryaya Spî de ya di navbera Tirkiyê û hikumeta Wîfaq de bi fikar e.

Komserê bilind ê siyasetea derve û ewlehiya ewropî Josip Borel di dawiya civîna wezîrên derve ya dewletên yekîtiyê li Brokselê got: “Me ev lihevkirin lêkolîn kir. Ev lihevkirin metirsiyên cidî li cem me diafrîne.”

Washington li ser zimanê rayedarekî lihevkirina di navbera Tirkiyê û hikumata Wîfaq de şermezar û cihê metirsiyê hesiband.

(şx)

ANHA