Jinên Şedadê banga yekîtiyê kirin

Jinên rewşenbîr ên navçeya Şedadê ya Hesekê, bal kişandin ser sûc û êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Efrînê, bombebarankirina Şengal, Mexmûr û başûrê Kurdistanê û wiha gotin: “Divê li hmeber dewleta Tirk û terora wê yekîtî were xurtkirin.”

Jinên Şedadê banga yekîtiyê kirin
22 hezîran, 2020   04:42
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker, ji ber bêdengiya navdewletî her cûre kiryarên dermirovî ji xwe re rewa dibîne. Di van demên dawî de hewl dide vîna jinê tune bike û wê vegerîne serdema koletiyê. Ji xwe bapîrên wan Osmaniyan jî weke DAIŞ’ê jin di bazaran de difirotin. Dewleta Tirk hem dixwaze serdema Osmanî di aliyê demografî û siyasî de vegerîne, hem jî dixwaze dîsa jinê bixe bin perdeya koletiyê. Kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê vê yekê ispat dike.

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Dûha El-Teraf li ser sûcên Tirkiyê yê li dijî gelê herêmê, bi taybet jî jinê ji ANHA’yê re vegot.

Dûha axaftina xwe wiha destpêkir: “Dewleta Tirk hertim hewl daye rola jinê lewaz bike û berxwedana wê têk bibe. Ji ber ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihişt asta herî jor a azadî û şaristaniyê. Projeya netewa demokratîk ku berxwedana jinê derxist pêş, mafê her kesî diparêze, Sûriyeke nû li ser esasê wekheviyê, mafê jiyana hevbeş û biratiya gelan, pêşniyar dike. Erka me teva ye ku em li hember projeyên dewleta Tirk a faşîst bisekinin, ji ber armanca wê xirakirina aramî û ewlehiya herêmên me ye."

Dûha bang li hemû aliyên sivîl, leşkerî  û hemû pêkhateyan kir ku li hember xeteriya dewleta Tirk û çeteyên wê çêdike, bibin yek û bisekinin.

Ji rêveberên Meclisa Jinan a Şedadê Fatma El-Ehmed jî anî ziman ku jin bi rêxistinkirin û berxwedana xwe dê êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibe û ev tişt anî ziman: "Îradeya jin û berxwedana wê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Dest bi dest em ê hemû komployên ku li dijî projeya netewa demokratîk û rêveberiya xweser têne kirin, têk bibin.”

Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê  têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, heta hemû xaka xwe ji dewleta Tirk rizgar bikin. Em ê hertim şopdarên rêya şehîdên xwe bin, da ku gelê me bi azadî û wekhevî bijî."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pLDbksbWjuM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>