Lubnan hewl dide dan û standinê bi DYA’yê re li ser Qanûna Qeyser bike

Bi rasthatina pêkanîna Qanûna Qeyser li dijî rejîma Sûriyê, Lubnan hewl dide istîsnayan der barê hiştina Lubnanê ya kişandina kehrebeyê ji Sûriyê ve li hember hinardekirina berhemên çandiniyê ji dewletên erebî ber bi Sûriyê ve, wergire.

Lubnan hewl dide dan û standinê bi DYA’yê re li ser Qanûna Qeyser bike
21 hezîran, 2020   11:10
BEYRÛT

Çavkaniyên ji hikumeta Lubnanê aşkera kir ku serokê serdozgeriyê Nebîh Birî û serokê hikumetê Hesan Diyab di civîna duh a yekemîn de li ser Qanûna Qeyser ji aliyên însiyatîfa hikumetê ya lihevkirina bi Washingtonê re ya wergirtina istîsnayên girêdayî hiştina Lubnanê ya kişandina 220 MW ji kehrebeya Sûriyê ve nîqaş kir.

Çavkaniyan bal kişand ser ku dê istîsna li ser derbasbûna erebeyên bi berhemên çandiniyê û sînaî yên Lubnanê ji dewletên Ereb re bi rêya dergeha Sûriyê be.

Çavkaniyan diyar kir ku berê jî Washingtonê daxwaza Iraqê ya berdewama anîna kehrebeyê ji Îranê ku di lîsteya cezayên DYA’yê de ye, erê kiriye.

Urdinê aşkera kir ku li ser daxwaza Lubnanê a kişandina kehrebeya ku Urdin ji Sûriyê dikire, erê kiriye, ew jî heke Washingtonê daxwaza Lubnanê ya wergirtina istîsnayan erê nekir. Lê belê Şamê agahdar kir ku pêwendî bi wê re jî çêkiriye ku kişandina kehrebeyê ji Urdinê ber bi Lubnanê ve bi rêya xaka wê red kiriye.

(fr)

ANHA