Zanîngeha Kobanê piştî 3 mehan dîsa dest bi perwerdeyê kir

Zanîngeha Kobanê piştî 3 mehan ku ji ber tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê hatibû girtin, careke din deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekirin.

Zanîngeha Kobanê piştî 3 mehan dîsa dest bi perwerdeyê kir
21 hezîran, 2020   10:31
KOBANÊ

Piştî civîna Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Zanîngeha Kobanê ku zanîngeh ji ber tedbîrên pêwîst ên pêşîlêgirtina li Koronavîrusê (Covid-19) hatibû girtin, careke din deriyên xwe li pêşiya xwendekaran vekirin.

Di dema qedexeyê de zanîngehê waneyên xwendekaran bi awayekî online didomandin. Lê vê şêwazê aktîfbûna xwe îsbat nekir. Ji ber xizmetên înternetê li herêmê lawaz e, xwendekar ji xwendinê dûr ketibûn û vê yekê jî hişt ku xwendekar dûrî girtina agahiyan bin.

Niha ji 400 xwendekaran nêzî 197 xwendekar li zanîngehê dewam dikin û 20 mamoste waneyên van beşan didin: Fakulteya Wêjeyê (Wêjeya Kurdî), Fakulteya Zanistê (fizîk, kîmya,  bîrkarî û zanist) her wiha beşa laboratuara bijîşkî ku îsal hate vekirin.

Rêveberiya zanîngehê diyar kir ku ew ê ezmûnên werza yekemîn di 5`ê Tîrmehê de çêkin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9rV_O1JmlGA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>