6 kesên din li Sûriyê bi Koronavîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 6 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine, bi wê re jî hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine bû 204.

6 kesên din li Sûriyê bi Koronavîrusê ketin
21 hezîran, 2020   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA’yê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê îro ragihand ku 6 kesên din bi Koronavîrusê ketine ku bi wê re jî hejmara giştî li Sûriyê dibe 204.

Wezaretê daxuyand ku kesên bi nexweşiyê ketine, peywendî bi şêniyên Cedîdet El-Fedil re danîne, her wiha hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine heta niha 204 e, jê 83 kes baş bûne û 7 kes jî mirine.