Çalakiya HRE’yê ya tolhildanê: 14 çete  hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku li Şêrawa li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xistine û da zanîn ku di çalakiyê de 14 çete hatine kuştin û gelek cebilxane desteser kirine.

Çalakiya HRE’yê ya tolhildanê: 14 çete  hatin kuştin
21 hezîran, 2020   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bê navber li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin.

HRE’yê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji bo tolhildana  şehîd Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn  ku di êrişeke 13’ê Pûşperê de şehîd bûbûn, pêr li navçeya Şêrawa ya Efrînê çalakiyek li dijî çeteyan li dar xistine û 14 çete hatine kuştin. Di heman çalakiyê de gelek cebilxane jî hate desteserkirin.

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Roja 19’ê Pûşperê hêzên me di navbera gundên Kefer Nebo û Beradê yê bi ser navçeya Şêrawa de li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di encamê de 14 çete hatin kuştin, hejmarek zêde çete jî birîndar bûn. Di heman demê de hejmarek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Cebilxaneyên ku hatin desteserkirin;  4 çekên AK-47 û 1 rextên wê, çekeke BKC û cebilxaneya wê, çekeke RPG-7, çekeke Bruno, dûrbîneke termal û 3 telefon.

Ev çalakiya hêzên me ji bo tolhildana hevrêyên me Agir Efrîn, Cûdî Rustem û Yilmaz Efrîn  ku di êrişa 13’ê Pûşperê de şehîd bûbûn, hatiye lidarxistin.

Her wiha artêşa dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kirin û tevgera balafiran li ser qadê çêbû.”

ANHA