‘Tekane rêya parastina destkeftiyan, yekitî ye’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê got “Tekane rêya xelasiya ji êrişên dagirkeriyê û parastina destketiyên gelê Kurd yekitiya kurdî ye.”

‘Tekane rêya parastina destkeftiyan, yekitî ye’
21 hezîran, 2020   06:59
HELEB-ARIF SILÊMAN

Beriya çend rojan dewleta Tirk bi armanca tunekirina gelê Kurd, bi balafiran êrişî wargeha Mexmûrê, Şengal û herêmên Başûrê Kurdistanê kir.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker di qada herêmî de rastî gelek bertekan hatin.

Têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk, şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Leman Şêxo êrişên artêşa Tirk ên li dijî Şengalê û wargeha Mexmûrê şermezar kirin û wiha  got: “Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike û wan ji herêmên wan bide koçberkirin. Lê vîna  gelê Kurd xurt e û dê li hemberî van êrişên hovane bê deng nemînin. Em bi hêvî ne ku gelê Kurd li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî gelê Kurd yekdest bin. Vîna gelê Kurd ji êrişên dewleta Tirk xurtir e, ji ber vê yekê wê Tirkiye bi ser nekeve û Kurd bi ser bikevin. Di heman demê de wê Kurd bi saya yekitiyê bigihêjin armancên xwe.”

Li aliyekî din welatiyê bi navê Dîbo Îbrahîm bang li partiyê Kurd kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd asteng bikin û wiha axivî: “Ji ber Tirkiye terka dijminahiya xwe nake û armanca wê ji şerê li hemberî Kurdan tunekirina hebûna gelê Kurd e. Êdî bila partiyên Kurdan bizanin ku garantiya gelê Kurd û parastina wan ji zilmê û êrişên Tirkiyê, yekitiya kurdî ye.”

Welatiyê bi navê Abdulrehman Hesen jî axivî û got: "Siyaseta dewleta Osmanî siyaseteke hovane ye, bi navê îslamê sûcan pêk tîne û li dijî hemû gelan, nexasim gelê êzidî komkujiyan pêk tîne."

Di dawiyê de Abdulrehman Hesen bang li partiyên Kurdan kir ku yekitiya xwe ava bikin, ji ber tekane rêya parastina gelê Kurd ji van êrişan û parastina destkeftî û doza kurdî yekitî ye.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GuyUbFTnwyo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>