Misir qala destwerdanê dike… gelo El-Sîsî çi peyam da Tirkiyê?

Duh serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî peyameke tund da dewleta Tirk û got êdî destwerdana Misirê li Lîbyayê rewa ye û hewl dide sînorekî ji destwerdanên derve li Lîbyayê re deyne, her wiha bertekên lîbyayî yên alîgir ji peyama El-Sîsî re hatin. Gelo El-Sîsî çi peyam dan?

Misir qala destwerdanê dike… gelo El-Sîsî çi peyam da Tirkiyê?
21 hezîran, 2020   06:55
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî duh got ku çi destwerdana Misirê ya yekser li Lîbyayê êdî rewa bûye û wiha piştrast kir: "Amadekariyên hêzên misirî ji şer re êdî mijareke girîng e."

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh Manewî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê serbaz Xalid Mehcûb der barê daxuyaniyên serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî de axivî û got: "Misir hevparê rastîn a pêkanîna ewlehiya li Lîbyayê ye, ne dewleta Tirk."

Girêdayî mijarê, nivîskar û akamdemîsyen Dr. Cibrîl Ubêdî ji ANHA’yê re wiha anî ziman: "Xîtaba serokê Misirê Abdulfettah El-Sîsî piştevaniya Misirê ji aramiya Lîbyayê re û parastina yekitiya xaka wê li dijî dijminatiyê piştrast dike."

'GOTINÊN EL-SÎSÎ AŞKERA NE, LÎBYAYÊ LI HEMBER BERJEWENDIYÊN OSMANÎ BI TENÊ NAHÊLE'

Ubêdî wiha got: "Ewlehiya nîştimanî ya Lîbyayê ji ewlehiya nîştimanî ya Misirê ye, her wiha gotinên serok Abdulfettah El-Sîsî eşkere bûn û piştrast kir ku rewabûna li Lîbyayê ya parlamentoya Lîbyayê ya hatiye hilbijartine, qebîleyên lîbyayî pêkhateya rastîn a gelê lîbyayî ye. Bi wê re jî El-Sîsî berdewama xebata Abdunnasir a erebî ye û Lîbya bi tenê li hember berjewnediyên Osmanî ku xwe di bin ebaya olî de vedişêre, nahêle. Ji ber ku endamên Îxwan El-Mislimîn ên terorîst alîkariya wî ya firotina Lîbya ji sultanê Osmanî re dikin û jê re kirine mala darayî."

Akademîsyen û lêkolînerê siyasî yê lîbyayî diyar kir ku helwesta Misirê eşkere ye û her tim bang li diyalog û agirbestê dike, bi wê re jî gefa li ewlehiya nîştimanî ya erebî ya misirî û lîbyayî tê xwarin. Her wiha bal kişand ser ku gotinên serok El-Sîsî ji leşkerên xwe re yên amadekariya erkên derve û hundirê Misirê nameyeke eşkere ji Recep Tayyîp Erdogan re ye ku Lîbya welatekî cîran û Ereb e û jê re nahêlin ku ewlehiya wê tevlihev bike, dewlemendiya wî bi rêya ajanên xwe bidize.

Li aliyekî din jî rojnameger û dîplomatê lîbyayî û şêwirmend Husamedîn Taib wiha got: "Ragihandina serokê Misirê Abdufettah El-Sîsî ku Sert û Cefra xetên sor in, ragihandeke navneteweyî-misirî ye, her wiha mercên vekişîna ku artêşa Lîbyayê pêk anîne da ku vê xetê derbas nekin, pêk hat."

Taib ji ANHA’yê re wiha da zanîn: "Agirbest pêwîst e ku derbasî lihevkirina siyasî û çareseriya aloziyê bibin, dema ku aliyekî ji bilî vê tiştek kir, dê berpirsî encamên wê be."

Rojnameger û dîplomatê lîbyayî piştrast kir ku dewleta Lîbyayê dê bibe “goristana dewleta Tirk a mêtinger”.

(fr)

ANHA