Dewleta Tirk dijminahiya hemû Kurdan dike, bersiv yekitî ye

Dewleta Tirk dijminahiya hemû Kurdan dike. Li Bakurê Kudistanê siyasetmedaran binçav dike, bajarên Rojava dagir dike û êrişî başûrê Kurdistanê dike. Lêkolîner Aram Hacî dibêje “Ji Kurdan tê xwestin yek bin da ku li hemberî êrişên qirkirinê bisekinin.”

Dewleta Tirk dijminahiya hemû Kurdan dike, bersiv yekitî ye
21 hezîran, 2020   07:08
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Ji 15'ê vê mehê ve dewleta Tirk careke din êrişên xwe yê qirkirinê û dagirkirinê dibe ser Başûrê Kurdistanê û sivîl kirin hedef. Tirkiyê destpêkê êrişî Şengalê kir ku Kurdên wê yên êzidî di 2014'an rastî fermaneke nû ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin û nû birînên xwe dipêçin. Di êrişa li ser Şengalê de balafirên Tirk rasterast Nexweşxaneya Serdeştî kir hedef. Ev kiryar li djiî hemû qanûn û pîvanên navdewletî ye.

Her wiha wargeha penaberan a Mexmûrê jî bombebaran kir, niştecihên wargehê ji Bakurê Kurdistanê ne, ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker di salên 90'î yên sedsala borî de penaberî wargeha Mexmûrê bûn. Wargeh di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate avakirin. Dîsa Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hatin hedefkirin.

Fermandariya Operasyonan a Iraqê ragihand ku 18 balafirên Tirkiyê qada asîmanî ya Iraqê bi kûrahiya 193 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê binpê kir û wargeha penaberan a Mexmûrê û Şengal bombebaran kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî diyar kir ku di van êrişan de 6 baregehên wan hatin hedefgirtin û 4 şervanên wan birîndar bûne. Her wiha got: "Dixwazin êrişa ku 2014’an li ser gelê me hatiye kirin û bigihînin armanca xwe ya qirkirinê. Li kêleka vê dewleta Tirk a qirker dixwaze demografiya heremê biguherîne û bîrdoziya Îxwan El-Muslimîn (Birayên Misliman) bi awayekî sîstematîk li heremê bide avakirin."

Girêdayî heman tiştî Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê derewand ku dibêje balafirên wê baregehên PKK'ê kirin hedef û got: "Li herêmên navborî liv û tevgereke hêzên me yên HPG'ê nîn e, artêşa TC a dagirker êrişên xwe yên li ser wargeha Mexmûrê û Şengalê bi rêya medyaya xwe wek êrişa li dijî PKK'ê ragihandiye. Dewleta Tirk a dagirker bi berovajîkirina vê êrişa li ser hêzên parastinê yên gelê sivîl ê vê xakê, hewl da ku komkujiyên kiriye, binixumîne."

Tevî bertekên Erebî û navdeweletî yên li hemberî binpêkirinên Tirkiyê ji xaka Iraqê re, lê dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê dewam kirin û sibeha roja çarşemê 16'ê Hezîranê êrişeke bejahî ya nû li ser herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin.

BERTEKÊN EREBÎ YÊN LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê û Herêmên Parsatinê yên Medyayê rastî bertekên Erebî û Kurdistanî hat. Iraqê di her du êrişên li dijî Iraqê de gazî balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz kir û muzekereyek protestoyî fermî li dijî êrişên hawayî yên Tirkiyê radestî wî kir.

Li aliyekî din odeya operasyonên hevpar li Iraqê ragihand ku ew binpêkirina balafirên Tirkiyê asîmana Iraqê şermezar dike û ew bi Reftariyek sorkirinê wesifand. Odeyê pêwîstiya rawestandina mîna van binpêkirinan destnîşan kir.

Komkara Erebî êrişên Tirkiyê yên li dijî Iraqê şermezar kir û rave kir ku ew êrişên li dijî Şengalê red dike. Komkara Erebî îşaretpê kir ku mudexeleyên Tirkiyê êdî bûne çavkaniya metirsiyê. Erebistana Siûdî jî hişyarî ji xeteriya Tirkiyê li ser ewlehiya herêmê da.

Wezareta derve ya Îmaratê mudexeleyên leşkerî yên Tirkiyê û  Îranê di Iraqê de şermezar kir û anî ziman ku ev kirin wek binpêkirinek ji serdestiya dewletek Ereb xwişk re tê hesibandin. Misirê jî bi daxuyaniyekê mudexeleya Tirkiyê di Iraqê de şermezar kir û banga rawestandina êrişan kir.

Hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê xwest rêzê ji serdestiya axa herêma Kurdistanê re nîşan bide. Her wiha partî û tevgerên siyasî yê Iraqî ragihandin ku ew binpêkirinên Tirkiyê yên domdar ên li dijî serdestiya Iraqê red dikin û bang li artêşa Tirk a dagirker kirin ku ji Iraqê vekişe.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER SIVÎLAN DIKE HEDEF

Dewleta Tirk a dagirker, li ku derê dibe bila bibe dijminahiya gelê Kurd dike û komkujiyan pêk tîne. Lewra bê nermî gundên sivîlan topbaran dike da ku vala bike. Dewleta Tirk a dagirker jîngeh kirin hedef. Di encamê de herî kêm 5 sivîl di nav de pêşmergeyek şehîd ketin. Tevî wê jî bi dehan sivîl li gundên Şêladîzê û herêmên din ên ku rastî bombebarana balafirên Tirkiyê hatin birîndar bûn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) mafê parastina rewa bikar tîne û heta niha tevahiya êrişên dagirkeriyê şikandin. Hêzê roja Înê di daxuyaniyeke xwe de got zêdetirî 20 leşkerên Tirk li herêma Heftenînê hatin kuştin.

GEL Û WELATÊ KU DI ENCAMA KOMPLOYÊN NAVDEWLETÎ DE JI MAFÊ XWE BÊ PAR MAYE

Di vî warî de lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî got: “Doza Kurd rewabûna xwe ji hebûna gel û welatê ku ji ber komployên navdewletî û herêmî ji mafê xwe bê par maye, digire. Di encama wan komployên ku li ser bingeha berjewendiyên jiyostratejîk ava bûn de, ev maf di navbera gelek dewletên herêmî de bi piştgiriyek navdewletî hate parçekirin.”

Aram Hacî îşaret pê kir ku ji wê demê ve gelê Kurd êdî ji bo vegerandina mafên xwe tê dikoşe û gelek fedekarî pêşkêş kirin. Dîrok jî şahîdê vê yekê ye.

HINCETÊN DÛRÎ RASTIYÊ

Hacî rave kir ku Tirkiyê hewl da û hîna hewl dide hêzên Kurdan bi kar bîne da ku vala bike û li dijî rewabûna doza xwe derxîne. Hacî bibîr xist ku Tirkiye dijminahiya xwe ji PKK`ê re dike hinceta pêkanîna êrişan li dijî Kurdan û got: "Tirkiye terorê bikar tîne da ku xaka Kurd dagir bike.  Ev dijminahî ne tenê bi PKK`ê re ye, di bingehê de dijminahiya bi Kurd, Kurdistaniyan û Rojhilata Navîn tev re ye.”

Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî zelal kir ku Tirkiyê bi zêdekirina asta hovîtiya êrişên xwe israr dike tevahiya hewldanên Kurd û Kurdistaniyan qels bike û erdnîgariya siyasî li gorî lihevkirina Sykes Pîcot biparêze.

‘TIRKIYE ZAÎFBÛNA SÛRIYÊ Û IRAQÊ BI KAR TÎNE DA KU ÊRIŞÎ KURDAN BIKE’

Aram Hacî diyar kir ku Tirkiyê hewl dide sûdê ji qelsbûna Iraq û Sûriyê werbigre û wan jî bikşînê hewldanên herêmîkirina doza Kurdî, li şûna ku wê di hundirê Tirkiyê de bi awayekî aşîtyane û demokratik çareser bike. Weke çawa Rêber Abdulah Ocalan û KCK`ê banga wê kirin û ji bo çareseriyeke bingehîn gelek hewldan kirin.

Hacî got: "Armancên dagirkeriyê yên hikûmeta Enqerê bi serokatiya Erdogan û paşguhkirina çareserkirina doza Kurdî bi awayên aşîtyane û siyasî û demokratî, armancên wî yên dagikeriyê nîşan dide, ku dixwaze desthilatiya Osmaniyan vegerîne herêmê. Ji xwe ew her tim behsa Msaqa Milî dike û doza Mûsil û hin parçeyên bakurê Sûriyê."

Lêkolîner û hiqûqnasê Kurd Aram Hacî diyar kir ku Tirkiye û dewletên ku mijara Kurdî di nav hev de parve dikin, li dijî her tevgereke siyasî, an demokratîk anî jî îdiayên rewabûna mafên ji dest hatine girtin, dikin.

Hacî diyar kir ku Tirkiyê û tevahiya dewletên ku doza Kurd li cem wan heye, şerê her tevgerek siyasî yan jî demokratîk an jî îdiakirina rewabûna wan mafên standî, dikin.

Her wiha anî ziman ku ev dewlet niha bendên kongreyên Soçî, Astana û Tehranê di vê stratejiyê de bikar tînin, ev hemû bi guhertinên li herêmê rû didin ve girêdayî ye.

‘JI BILÎ YEKITIYÊ TU VEBIJÊRK LI PÊŞIYA KURDAN NÎN E’

Hecî bal kişand ser girîngiya yekitiya Kudî li hember êrişên Tirkiyê û got: "Ji bilî yekitî û girêdana bi rêgezên têkoşînê tu vebijêrk li pêşiya Kurdan nine. Da ku armancên xwe yên rewa bi cih bînin. Xebata li ser bingehê rewabûna mafên gelê di diyarkirina çarenûs û parastina berjewendiyên dê jiyanake bi rumet ji bo tevahî Kurdan misoger bike."

ANHA