Elaa Umer: Tevgerên Tirkiyê terorîstan ne û divê li dijî wê asta têkoşînê bê bilindkirin

Berdevkê Saziyên Civaka Sivîl ê Navçeya Şedadê Elaa Umer got: “Tevgerên artêşa Tirk a dagirker ên li Sûriyê û dewletên Ereb tevgerek fireh a terorîstan ye. Armanca wan vegerandina dewleta Osmanî ye. Em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku li dijî komployên hêzên faşîst asta têkoşînê bilind bikin.”

Elaa Umer: Tevgerên Tirkiyê terorîstan ne û divê li dijî wê asta têkoşînê bê bilindkirin
21 hezîran, 2020   04:45
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide herêmê bi rêya leşkerkirina gelê wê dagir bike û planên xwe pêk bîne. Bi şêwazekê ku plana xwe ya mêtîngerî ya bingehîn li herêmê bi taybet û li Rojhilata Navîn bi giştî pêk bîne.

Piştî hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana Rêveberiya  Xweser de ya ku fikrê neteweya demokratîk ji xwe re kiriye bingeh, artêşa Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide vê projeyê bi bin bixe.

Her wiha bi rêya çeteyên xwe hewl dide pêkhateyên herêmê ji projeya demokratîk dûr bixîne, tevliheviyê di navbera wan de çêbike,  da ku sûcên neviyên xwe yên Osmanî li dijî gelên herêmê careke din pêk bîne.

Berdevkê Saziyên Civaka Sivîl a navçeya Şedadê û serokê Meclisa navçeyê Elaa El-Umer diyar kir ku tevgerên artêşa Tirk a dagirker tevgerên terorîstane ne û got: “Tirkiye li Sûriya, Lîbya û Iraqê hewl dide careke din hegemoniya dewleta Osmanî vegerîne. Tirkiye hewl dide felsefeya neteweya demokratîk a ku mafê her kesekî diparêze, rola jinê xuya dike, banga hezkirin û merhemet di navbera pêkhateyan de dike, tune bike. Tirkiye dixwaze vê projeyê tune bike. Ev proje, projeyek tekane li Rojhilata Navîn tê hesibandin û rolek di guhertina bera Rojhilata Navîn de dilîze."

El-Umer anî ziman ku Tirkiye niha bi rêya ajandeyên xwe hewl dide pêkhateyên herêmê ji hev parçe bike û got: "Divê pêkhateyên civaka sivîl û tevahiya çînên civakê li hember planên artêşa Tirk a dagirker ên ku ji bo hejandina ewlehiya herêmê plan dike, bisekinin û asta têkoşînê bilind bikin.”

El-Umer êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê `Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê` li dijî herêmê şermezar kir û wiha pêde çû: "Tirkiye milîsan dike leşker, li Tirkiyê mirovan digire û rayedaran diçewsîne da ku ew bibe serdestê tekane yê li herêmê."

Di dawiyê de Elaa El-Umer bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û NY`î kir ku tedbîrên pêwîst li dijî dewleta Tirk a zordest bigirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CCtIacw4024" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>