​​​​​​​Aram Hena: Armanca Tirkiyê berfirehkirina dagirkeriyê ye

Endamê Komîteya fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena got: “Armanca tevgerên Tirkiyê yên dawî firehkirina rûbera dagirkeriyê ye. Dixwaze careke din herêmê û gelê wê bike hedef. Dagirkeriya Tirk lihevkirinên navdewletî binpê dike û divê civaka navdewletî wê rawestîne.”

​​​​​​​Aram Hena: Armanca Tirkiyê berfirehkirina dagirkeriyê ye
21 hezîran, 2020   02:36
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ev çend rojin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe li xetên temas ên gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê zêde dike. Ev yek nîşaneya amadekariyên êrişeke nû li ser herêmê û domandina plana wê ya dagirkirina herêmê dide diyarkirin.

Derbarê vê mijarê de endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: “Tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temir û Zirgan herî zêde li gundên nêzî rêya navdewletî M4, gavek ji bo domandina planên wê yên dagirkirinê ye.  Em îdeolojiya Tirkiyê û planên wê dizanin. Îro wek DAIŞ`ê êrişî me dike, lê bi navên nû. Heger herêmên me dagir kir, dê wêraniya DAIŞ`ê ya 2015`an li herêmê çêkiriye, vegere."

‘JI 1915`AN VE Û HETA NIHA TIRKIYE DIJMINÊ YEKEMÎN Ê GELÊN HERÊMÊ YE’

Hena diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di dirêjahiya dîrokê de û heta dema niha, dijminê yekemîn ê gelên herêmê ye û got: "Ji 1915`an ve dijminahiya Tirkiyê bi gelên herêmê re bi awayekî diyar û eşkere destpê kir. Li ser gelên Suryan, Ermen û Asûr, heta bigihêje Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî komkujî pêk anîn. Hincetên Tirkiyê ji bo êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ne rast in. Artêşa Tirk a dagirker bi tewana ku Hêzên Sûriya Demokratîk  dixwazin Sûriyê parçe bikin û hêzeke serbixwe ava bikin, êrişî kantona Efrîn, bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Lê îdiayên wê ne rast in, tenê ji bo ku timayên xwe yên mêtîngerî mafdar bike van hincetan derdixe pêş."

Hena destnîşan kir ku gelên herêmê hevdu girtin û herêmên xwe parastin û wiha berdewam kir: "Tirkiye armanc dike ku jiyana hevbeş a gelên herêmê û nimuneya biratiya gelan têk bibe û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên ciwanên herêmê hatine bidestxistin, tune bike."

‘ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER SOZÊN XWE NAYÎNE CIH Û ARMANC DIKE RÛBERA DAGIRKIRINA XWE FIREH BIKE’

Di berdewamiya hevdîtinê de Aram Hena lihevkirina di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê ku dest bi dest êrişî herêmê kirin, bi bîr xist û got: “Li gorî lihevkirinê divê Hêzên Sûriya Demokratîk ji tevahiya xeta sînor vekişe û hêzên parastina sînor ên hikumeta Sûriyê li ser xeta sînor belav bibin. Ruxmî pêkanîna bendên lihevkirinê, lê dewleta Tirk bi hincetên ne rast êrişên xwe didomîne da ku rûbera dagirkirina xwe fireh bike û herêmên din bike hedef. Ji bo ku asîmle bike û demografiya wê biguhere.” 

‘HÊZÊN ME BERPIRSÊN PARASTINA GELÊN HERÊMÊ NE Û BERXWEDAN BERBIJARKA TEKANE YE’

Hena destnîşan kir ku wek Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan û hêzên ku di bin ala Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dikin, berpirsên parastina gel, gund û herêmên xwe ne û berxwedana berbijarka tekane ye.

Hena domand û got: "Em ji her rewşek awart re amade ne li rex hêzên din ên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de liber xwe bidin."

‘EM BANG LI CIVAK Û KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ DIKIN KU ÊRIŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI DIJÎ HERÊMÊ RAWESTÎNIN’

Endamê Komîteya Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan Aram Hena peyamek ji civaka navdewletî û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re şand û got: “Êrişên Tirkiyê rawestînin. Gefên wê bi awayekî mezin bandorê li herêmê û gelên wê dike.  Tirkiye bi rêya wan êrişan hewl dide gelên herêmê zaîf bike, moralê wan bişkîne, projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a herêmê ya ku bi saya zêdetirî 12 hezar şehîdan ava bûye, tune bike.”

Di dawiyê de Hena got: “Em ne şerxwaz in. Lê heger şer çêbû em ê li hemberî tevahiya hêzên dijber heta nefesa dawîn liber xwe bidin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XejP9vBj1Vw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>