Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Hefteya borî DYA'yê dest bi pêkanîna Qanûna Qeyser a li dijî hikumeta Sûriyê kir. Îmarat û Misir hewl didin koalîsyonekî Erebî-Ewropî li dijî destwerdanên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn ava bikin. Li aliyekî din jî nediyar e ku rewşa Lubnanê ber bi ku ve diçe.

Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî
21 hezîran, 2020   00:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî bal kişandin ser cezayên DYA'yê yên li ser hikumeta Sûriyê, hewldanên Erebî û Ewropî yên sînordarkirina destwerdanên derve li Rojhilata Navîn û aloziya Lubnanê.

ŞERQ EL-EWSAT: DYA’YÊ DEST BI PÊKANÎNA QANÛNA QEYSER KIR

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî derbarê rewşa Sûriyê  behsa gelek mijaran kirin, ji wan yek jî Qanûna Qeyser e.

Rojameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Duh DYA`yê ceza li ser bi dehan berpirs û kesayetên Sûriyê birî. Ji wan serokê Sûriyê Beşar Esed û hevjîna wî Esma Esed. Ev wek gava destpêkê ya pêkanîna Qanûna Qeyser e. Her ku biçe dê berfireh bibe da ku di çarçoveya Qanûna Qeyser de zextê li Şamê bikin."

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de wiha got: "Em cezayên zêdetir texmîn dikin. Em nasekinin heta ku Esed û rejîma xwe şerê hovane yê li dijî gelê Sûriyê bisekinîne. Destpêkê hemleya zexta aborî û siyasî dê berdewam be.”

Pompeo ragihand ku Qanûn Qeyser li dijî kargehên ku bi Esed re kar dikin, wê ceza li wan jî werin birîn.

Tê zanîn ku beriya Qanûna Qeyser destpê bike, aboriya Sûriyê hejiya. Komên destpêkê ku ceza li ser wan hatine ferzkirin, 93 kes in. Di nava wan de  serokê Sûriyê û hevjîna wî jî hene. Ev cara yekemîn e ku Esma Esed rastî cezayên DYA’yê tê.”

EL-EREB: ÎMARATÊ TÊKILDARÎ SERWERIYA TIRKIYÊ YA LI DERYAYA SPÎ HIŞYARÎ DA EREB Û EWROPIYAN

Derbarê destwerdana Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Dewletên Ewropî di nav de Fransa, Yewnanistan û Qibris bi gefên ku Tirkiyê li Lîbyayê keysbaz dike serwext in, ji ber dewleta Tirkiye hewl dide serweriya xwe çêbike û mayînde bike. Serweriyê li ava herêmê ya tê de tijî gaz heye bike. Ev jî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Dewletên Ewrupayê yên wekî Fransa û Almanya li dijî serweriya Tirkiyê helwestên bi hêz nîşan dan.”

EL-BEYAN: LIBNAN… DI GERÎNEKE "3 NA’YAN” DE BER BI NEPENIYÊ VE

Rojnameya El-Beyan derbarê geşedanên Libnanê wiha nivîsî: "Geşedanên rojên dawiyê li Libnanê, takêşeyeke bi ‘3 "na`yan" bi xwe re anîn; na ji hilweşandina hikûmetê re, na ji hilweşandina serokê banka navendî Riyad Selamê re û na ji çalakiyên gel re.

Di vê navberê de Libnan ketiye bin kiryarên siwarên motorsîklêtan û yên xirabkaran. Dîmenê paytextê tarî û xemgîn xuya dikir. Careke din rewşeke metirsîdar derket. Samanên taybet hatin şikandin û şewitandin, her wiha êrişî samanên giştî hate kirin.

Şeva Libanê bi şewitandina tekeran û girtina rêyan gur bû. Ji bakur ta başûr, ji Bekaa ta Kisrewan û Metin û Beyrûtê. Dîmeneke gewr bû, dîsa dîmenê Şoreşa 17`ê Cotmehê derdixist pêş, şoreşa ku ji ber koronayê û sozên hikûmetê yên reforman vemirî bû.

Çavkaniyên siyasî yên payebilind ji El-Beyan re diyar kir ku Libnan di nava aloziyeke giran de ye, tu caran mînakên wê nehatine dîtin, têkçûneke siyasî, aborî û diravî ye, kesek nikare rawestîne."