Elawî: Çima DYA'yê li hemberî êrişên Tirkiyê û Îranê bêdeng e

Serokê Koalîsyona Nîştimanî ya Iraqê Eyad Elawî sedemên bêdengiya DYA'yê ya li hemberî êrişên Tirkiyê û Îranê pirsî.

Elawî: Çima DYA'yê li hemberî êrişên Tirkiyê û Îranê bêdeng e
20 hezîran, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Al-Sumeria, Elawî li ser twittera xwe daxuyaniyek nivisandin  û got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dibêje ku ew dixwaze têkiliyên stratejîk bi Iraqê re ava bike û ji bo vê hevdîtin û diyalogan pêk tîne, ji ber ewlehî û aştiya herêmê wê eleqdar dike."

Elawî got: "Çima li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yan jî Îranê yên li dijî Iraqê bê deng e, nemaze ku Tirkiyê endamekî NATO'yê ye."