Li Derayê mayîn bi erebeya Feyleq El-Xamis teqiya, kuştî û birîndar hene

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama hedefgirtina otubusekê de nêzî 20 endamên Feyleq El-Xamis ku destekê ji Rûsya digrin, hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Derayê mayîn bi erebeya Feyleq El-Xamis teqiya, kuştî û birîndar hene
20 hezîran, 2020   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama hedefgirtina otubusekê li rojhilatê Derayê 3 endamên Feyleq El-Xamis hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn. Rewşa hindek birîndar girane û agahî der barê hindek kuştiyên din jî hene.

Tê zanîn ku di nava Feyleq El-Xamis de leşkerên ku berê di nava komên çete de bûn û lihevkirin çêkirine, hene.

Li gorî hindek raporan ku di navbera  Rûsya û Îran li başûrê Sûriyê şer heye. Rûsya destekê dide hêzên bi navê Feyleq El-Xamis û Îran dide hêzên din.

bx