Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê semînerek da

Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê li gundê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê semînerek li  tundiya li dijî  jinê da.

Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê semînerek da
Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê semînerek da
Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê semînerek da
20 hezîran, 2020   13:38
DÊRAZOR

Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê di çarçoveya çalakaiyên ku 18'ê Hezîranê daye destpêkirin de semînerek li ser tundiya li ser jinê li gundê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê da.

Bi dehan jin û zilam ên gund û endamên Rêveberiya Jinê ya Dêrazorê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin. Semîner ji aliyê endama Rêveber a Jinê ya Dêrazorê Şehrezad Casim ve hate dayîn. Şehrezad behsa cûreyên tundiya li ser jinê û bandora wê ya dirûnî û civakî. Her wiha anî ziman ku adet û kevneşopiyên paşverû yên li ser jinê hatine ferzkirin jin ji mafên wê bê par hiştin.

Şehrezad El-Casim destnîşan kir ku tundî li tevahî civak û dewletan li ser zarok, zilman û tevahî gelan heye û diyar kir ku tundiya herî mezin a li ser jinan û paşguhkirina rola wan a sereke di civakê de ye.

Beşdaran jî derbarê mijarê de nêrîn û pirsên xwe anîn ziman. Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan Şehrezad Casim bersiva pirsan da.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MEV-Nvf8DvU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>