Hêzên hikumeta Sûriyê dîsa Sehil Xab topbaran dike

Hêzên hikumetê bidomdarî herêma Idlibê topbaran dike û îro gundewarê başûr û bakur û rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê dîsa Sehil Xab topbaran dike
20 hezîran, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir îro hêzên hikumetê herêmên Kefer Uyid û Berda yên başûrê gundewarê Idlibê topbaran kir.

Di heman çarçoveyê de, hêzên hikumetê herêmên din ên li Eynkawî yên li Sehil Xab ê bakurê rojavayê Hemayê kir armanc û bi çekên giran deverên li Sifûhin ê ciyayê Zawiyê kir armanc.

Duh jî hêzên hikumetê deverên li Fitêra, derdora Kensefra, Sifûhin û Filêfil û Helûbî yên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir û birîndar hene.

(eh)