Ji  Iraqê banga pêşkêşkirina gilînameyekê li dijî Tirkiyê ji NY`yê re hate kirin

Îro komîteya Ewlekarî û Parastinê ya parlamantoyê Iraqê daxwaza pêşkêşkirina gilînameyekê têkildarî êrişên Tirkiyê ji NY`yê re kir.

Ji  Iraqê banga pêşkêşkirina gilînameyekê li dijî Tirkiyê ji NY`yê re hate kirin
20 hezîran, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin nûnerên komîteya parlamantoyê bang li hikumetê kirin ku tedbîrên mumkin bigirin, da ku Tirkiyê ji ser sûcên xwe vegere û li beramberî xaka Iraqê hêzê bi kar neyîne.

Her wiha bang li komîteya hikumetê kir ku gilînameyekê pêşkêşî NY`yê bike, ji ber Tirkiyê qanûnên navneteweyî û mafên dewletên cîran bin pê dike.

 (eh)