11 kesên din li Sûriyê bi Koronavîrus ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku îro 11 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

11 kesên din li Sûriyê bi Koronavîrus ketin
20 hezîran, 2020   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA ya fermî, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 11 kesên din bi Koronavîrusê ketine, 10 kes ji encama têkildariya wan bi kesên li "Jideyêdêt El-Fedil"  û yek ji Lubnanê  hatiye.

Bi vê yekê, hejmara kesên ku li Sûriye bi koronayê ketine, gihîşt 198 kesan.