Piştî komkujiyê, balafirên dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Piştî komkujiya ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê pêk anî, balafirên dewleta Tirk a dagirker şeva borî herêmên Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombebaran kirin.

Piştî komkujiyê, balafirên dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
20 hezîran, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şeva borî dewleta Tirk hêzek zêde ya leşkerî biriye herêma Biradost a parêzgeha Hewlêrê.

Balafirên şer gundên Xelîfan, Sîrwan û Xakurkê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê şewat derket. Balafirên şer li ser herêmê digerin.

Ji aliyê din ve şeva borî balafirên şer çiyayê Pîrbila û Heftanin ên ser bi Zaxo bombebaran kirin. Herêma Nihêl a ser bi Amêdiyê jî hate bombebarankirin.

Heta niha derbarê ziyana bombebaranê de tu agahî bi dest neketine.

(kc)