Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê destekê dide cotkarên bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê bajêr bi taybet di rewşên girêdayî şêwazên avdana nû bi armanca pêşxistin û geşkirirna çandiniyê li herêmê.

Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
Cotkarên Hecînê: Çandinî ji ber piştgiriyê bi pêşketî ye
20 hezîran, 2020   08:42
DÊRAZOR – ABDULLHEMÎD MENSÛR

Gundewarên Dêrazorê yên li ser çemê Firatê bi axa xwe ya baş ji bo çandiniyê tê naskirin. Ji ber wê jî Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gorî derfetên xwe destekê dide çandinî û çandiniyê bi taybet di rewşên girêdayî şêwazên nû yên avdanê de.

Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya bajarê Hecînê destek da 25 cotkaran, pêdiviyên pêwîst ji wan re  pêşkêş kir û ji her cotkarekî re alavên avdana bi toreyan ku têra avdana 2 donim zevî dike, pêşkêş kir.

Alavên ji cotkaran re hatin pêşkêşkirin (Depoya avê (10 bermîl), parzûnka avê, alava semadkirinê, borya sereke ya avê 2 enc).

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi navê Şihab El-Ehmed ji ANHA`yê re der barê rewşa çandiniyê de wiha axivî: "Demên berê çandiniya me bê ser û ber bû. Me Gelek av, tov û semad xerc dikir."

Meşarî El-Mensûrî jî cûdahiya di navbera şêwazê kevin û nû di avdanê de wiha diyar kir: "Me berê zeviyên xwe av didan. Lê niha tenê bi rêya dilopan e. Ev şêwaz başire. Ji ber av, semad kêm pêwîst dike."

El-Mensûrî wiha domand: "Di destpêkê de me zehmetî dîtin. Lê paşê bi saya endizyarên pispor me ev yek derbas kir."

Ji rêveberên Komeleya Cotkaran li Hecînê Cindî El-Tamê ev tişt got: "Komîteya çandiniyê ya Hecînê bi hemû şêwazan destekê dide cotkaran. Di demên pêşde dê projeyên destekdayînê ji bo sebzeyan li herêmên Hewama, El-Behra, Geranîc a rojavayê Hecînê û Baxoz a rojhilatê Hecînê, jî çêbike."

Cindî El-Tamê pişterast kir ku di destpêka hefteya pêşde bi hevkariya şirketa pêşxistina civaka çandiniyê dê destekê bidin mewsima pembo ji tov, semad û dermanan.

bx

ANHA