Meclisa Dada Civakî ya Minbicê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê da zanîn ku bêdengiya navneteweyî der barê êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de dihêle ku dewleta Tirk sûcên li dijî şêniyên herêmê bidomîne û hişyarî der barê berdewamkirina êrişan de da.

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
17 hezîran, 2020   09:52
MINBIC

Meclisa Dada Civakî ya Minbicê îro bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo raya giştî ya cîhanê, saziyên peywendîdar ên mafên mirovan, Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî, ji bo saziyên mafên mirovan, bi navê Meclisa Dada Civakî ya Minbic û gundewarên wê em êrişên dewleta Tirk ên hovane li ser qezaya Şengalê, kampa Mexmûrê şermezar dikin. Dewleta Tirk di saetên derengiya şevê de ji 14`ê Hezîranê de nexweşxane topbaran kir.

Êriş bandorê li aramiya Iraq û Sûriyê dike. Ji ber wê jî em bang li DYA, YE, NATO, Koalîsyona  Navneteweyî û saziyên NY`yê dikin ku tedbîrên bilez ji bo sekinandina êrişên dewleta Tirk bigirin.

Bêdengiya navneteweyî dihêle dewleta Tirk zêdetirî sûc û binpêkirinan li dijî dijî dewlet û mafên mirovan pêk bîne. Ev hemû jî bi idiyayên cuda têne kirin. Praniya sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne destekê dide rêxistinên terorîst û çeteyên DAIŞ`ê ku ji nû ve derkevin holê, vegera koçberên êzidî li warê xwe li Şengalê asteng dike, her wiha projeya ji nû ve avakirin û aramiiya herêmê, her wiha derfetên pêkanîna aştiyê asteng dike."

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6FSFXfejp-E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>