Topbarana hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê berdewam e

Her roj balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêma Idlibê digerin û di heman demê de hêzên hikumeta Sûriyê herêmê topbaran dikin.

Topbarana hêzên hikumeta Sûriyê li Idlibê berdewam e
17 hezîran, 2020   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) daxuyand ku îro hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Diwêr Ekrad û Ziyaretê yên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin, her wiha şeva berê herêmên Fitîra, Bara û Filêfil ên bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.  

Duh jî balafireke şer a Rûsyayê hawirdora gundê Mozra yê başûrê Idlibê topbaran kir û tu hûrgiliyên din li ser ziyanên mirovî bi dest neketin.

SOHR’ê daxuyand ku hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Kefer Iwêd, Riwêha, Bênîn, Sifohin, Fitîra û hawirdora Kensefra yên bejahiya başurê Idlibê topbaran kirin.