Şêxmeqsûd piştî çend salan jinûve ronî dibe

Şaredariya Gel a Şexmeqsûdê piştî 7 salan ji taritiyê ji ber ku çeteyên dewleta Tirk toreyên kehrebeyê talan kirin, kehrebe careke din vegerand taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

Şêxmeqsûd piştî çend salan jinûve ronî dibe
Şêxmeqsûd piştî çend salan jinûve ronî dibe
Şêxmeqsûd piştî çend salan jinûve ronî dibe
Şêxmeqsûd piştî çend salan jinûve ronî dibe
17 hezîran, 2020   09:38
HELEB - MIHEMED EBDO

Di aloziya Sûriyê de ji ber binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û şerê li Sûriyê binesazî hema bêje bi temamî wêran bûye û zirarên mezin ku digihêjin milyon dolaran, çêbûne.

Di nav wan de toreyên kehrebeyê jî hene. Kehrebe wek nîşaneyeke pêşketinê tê hesibandin.

7 SALAN BÊ KEHREBE MAN

Bi destpêkirina êrişên re li dijî taxa Şêxmeqsûd di 2012`an de binesaziya taxê bi awayekî mezin zirar dît. Bi taybet toreyên kehrebeyê. Çeteyan ev tore talan kirin. Ji ber wê êdî li taxê cenerator hatin bikaranîn.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xebatên restorekirina toreyên kehrebeyê dan meşandin, da ku ji pirsgirêka ceneratoran xilas bibe. Piştî qutbûna 7 salan kehrebe di dawiya 2019`an de destpêkê gihaşt navendan. Bi vê yekê serdema tarîtî li taxa Şêxmeqsûd bidawî bû.

KEHREBE BI RÊJEYA JI SEDÎ 50 GIHAŞT TAXÊ

Zêdetirî 25 karkerdi projeya restorekirina toreyên kehrebeyê de dixebitin. Toreyan dirêj dikin, veguhêzên kehrebeyê ji nû ve saz dikin û kehrebeyê digihînin malan û dikanan.

Ji bo naskirina detayên meşandina projeyê ANHA’yê hevpeyvînek bi miqawilê xebatên restorekirina toreyên kehrebeyê li taxê Ebdulmutî Asim re çêkir. Asim destnîşan kir ku rêjeya vegerandina kehrebeyê ji taxê re gihaşt ji sedî 50 piştî ku amûrên pêwîst peyda kirin.

Asim îşaret pê kir ku ew hinek zehmetiyan di peydakirina amûrên girîng ji bo temamkirina projeyê de  dibînin. Ji ber ku ji derve tên. Heta ku hewl dane amûran ji Şamê peyda bikin da ku projeyê temam bikin.

Dihat payîn ku proje piştî du mehan ji niha ve bidawî bûbûya lê ji ber derketina pandemiya Koronavîrusê di destpêka meha Adarê li Sûriyê, proje bi awayekî beşî rawestî. Lê piştre, piştî rakirina qedexeya derketina derve, xebatên projeyê mîna berê bi lez hatin meşandin.

Şêniyê bi navê Umer Elîko bal kişand ser ku di dawiya 2019`an de kehrebe vegerî taxê. Ew jî gelek sûd li wan kir. Ji ber ku berê li ser lûleyên gazê xwarin çêdikirin. Niha ne bi hewcedariya lûleyên gazê ne û ne jî jeneratoran.

Şêniya bi navê Fêroz Hêder got: "Dema kehrebe li taxê qut bûbû, me gelek zehmetî dikişand. Ampîrek tenê lembeyek û televîzyon vedixist. Niha em dikarin amûrên kehrebeyê hemûyan vêxin."

Şêniyan spasiya şaredariyê ji ber xebatên wan ji bo vegerandina kehrebeyê ji taxê kirin.

Di gelek taxên Helebê de hîna kehrebe tune ye bi taybet li taxên rojhilat. Ji ber ku toreyên kehrebeyê û veguhêz jî tune ne. Pêdiviyên pêwîst ên toreyên kehrebeyê di demên cuda de ji hêla çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve hatin talankirin û wêrankirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j4Pwp0HThW8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>