Rûspiyê eşîra Tifêhiyîn: Bombebarana dewleta Tirk sûcekî terorîstî ye

Rûspiyê eşîra Tifêhiyîn êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê şermezar kirin û wek sûcên terorîstî wesif kirin. Rûspiyan bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk bisekinîne û sûcên wê şermezar bike.

Rûspiyê eşîra Tifêhiyîn: Bombebarana dewleta Tirk sûcekî terorîstî ye
17 hezîran, 2020   08:17
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED 

Ewlehî û aramî li herêma Şengalê raber dibû û koçberên herêmê vedigeriyan cih û warên xwe, lê artêşa Tirk a dagirker bi armanca dîsa koçberkirina sivîlan, sûcên çeteyên DAIŞ`ê berdewam kirin û duh artêşê Herêmên Parastinê yên Medyayê, kampa Mexmûrê û herêma Şengalê bombebaran kirin.

Rûspiyê eşîra Tifêhiyîn Silêman Mihemed Silêman sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Şengal û kampa Mexmûrê şermezar kirin û wiha got: "Piştî herêm rizgar bû, ewlehî mîsoger bû û xelkê herêmê vegeriyan malên xwe, careke din dewleta Tirk li dijî gelên Şengal û Mexmûrê sûcên terorîstî berdewam kirin, ev jî kiryarekî sûc e û divê civaka navneteweyî dewleta Tirk şermezar bike."

Silêman Mihemed Silêman diyar kir ku armanca vê bombebaranê têkbirina ewlehiya herêmê ye. Rûspiyê eşîra Tifêhiyîn sûcên dewleta Tirk bi sûcên terorîstî wesif kirin.  

Silêman Mihemed Silêman da zanîn ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Iraqê hemû sûcên terorê bi kar tîne û îro jî gelê wê yê Şengalê bi faşîzma Erdogan re rû bi rû dimîne, ev jî bi mafên mirovan re nakok e.

Têkildarî êrişên li ser gelê Kurd Silêman Mihemed Silêman got hikumeta AKP`ê îdia dike ku Kurd êrişî sînorên Tirkiyê dikin, lê ev yek ne rast e, gelê Kurd êrişî sînorên Tirkiyê nekiriye û derbasî xaka Tirkiyê jî nebûye, lê Tirkiye êrişî sînorên cîranan dike û xakekê dagir dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eeQaVKDzxdg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>