Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike

Siyaset û planên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê niyetên wê yên berdewamkirina projeya xwe, asîmîlekirina herêmê û parçekirina wê ji bo vejandina Împaratoriya Osmanî de diyar dikin.

Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
Siyaseta dewleta Tirk niyetên wê yên li herêmên dagirkirî eşkere dike
17 hezîran, 2020   08:03
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji bo parçekirina Sûriyê û qutkirina herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji Sûriyê, dagirkerî hewl dide bi rêbazên cuda hegamonyaya xwe ferz bike û guhertina demografîk li ser tevahiya astan pêk bîne.

Di sala 2016`an de artêşa Tirk bi hinceta şerê DAIŞ`ê derbasî herêmên Cerablus, Bab, Marî û Ezazê bû. Piştî çend mehan niyetên Tirkiyê yên mêtingeriyê roj bi roj eşkere bûn. Civînên veşartî ji malbatên Tirkmen re li dar xistin û ew bi pere û pakêtên alîkariyê nêzî xwe kirin da ku wan tev li komên Tirkmenî bike û hemû erkan bide komên Tirkmen.

Ji wê demê ve artêşa Tirk a dagirker siyaseta asîmîlekirin û guhertina demografîk li herêmên dagrikirî dimeşîne. Fêrbûna zimanê tirkî li şêniyan ferz dike û di dibistanên herêmên dagirkirî de wek zimanê fermî dihesibîne. Di vê dawiyê de diravê Tirkiyê daxist sûkan û şênî neçar kirin ku wê bi kar bînin. Tevî wê jî nasnameyên kesayetî yên sûrî guhertin û kirin tirkî.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn navên gundan û qadên giştî guhertin û ala Tirkiyê û wêneyên Erdogan li ser tevahî saziyên girêdayî çeteyan hildan.

Di 18`ê Adara 2018`an de Tirkiyê kantona Efrînê dagir kir û şêniyên resen  koçber kirin. Li şûna wan malbatên ji Xota û herêmên din ji Sûriyê bi cih kirin. Ji wir niyetên Tirkiyê di dagirkirina bakurê Sûriyê de û qutkirina herêmên dagirkirî ji Sûriyê de eşkere bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dîwar li gundên navçeya Efrînê ya dagirkirî ji Keleha Semanê heya deriyê sînor Bab El-Selame li Ezazê û bi kûrahiya 1 km li navçeya Şera û Bilbilê lê kir.

Li gundê Baliya yê girêdayî navçeya Bilbilê Tirkiyê bi dirêjahiya 315 m axa Sûriyê dagir kir. Li gundê Zeirê li navçeya Bilbilê Tirkiyê bi dirêjahiya 1 km ji axa gund dagir kir, dîwarek lê kir û girên stratejîk li wê herêmê kontrol kirin. Sivîl ji gundên wan li navçeyên Şera û Bilbilê derxistin û malbatên Tirkmen li şûna wan bi cih kirin. Bi armanca ku perçeyên ji axa Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ TEVLIHEVÎ HEYE Û KOMÊN ÇETEYAN PEV DIKEVIN

Li herêmên dagirkirî tevlihevî heye, komên çeteyan her tim bi hev dikevin. Çete sivîlan li beramberî fîdyayan direvînin.

Tirkiyê di vê dawiyê de piştgiriya komên Tirkmen kir û komên çeteyên din ên ku ajandeyên wê pêk nînin tesfiye kirin.

Li aliyekî din teqînên rû didin, jiyana sivîlan dixin xeteriyê ji ber wê herêmên dagirkirî tê de jiyan zehmet e.

Di 18`ê Cotmehê de şêniyên herêma Bab û Cerablusê li dijî dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên derexlaqî li dijî sivîlan serî hildan. Lê komên ku yekser bi fermana istixbarata Tirkiyê dixebitin, serhildan tepisandin.

SÛCÊN LI DIJÎ JINAN

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de sûcên xwe li dijî jinan li Efrîn û herêmên din zêde kirin. Komên çeteyan di nav de Hemzat, jinan direvînin û malbatên wan şantaj dikin ku pereyan bidest bixin. Ew jin di tundiya bedenî û manewî re derbas dibin û neçar dibin ku laçik û cilên reş li xwe bikin û nikarên bi azadî tev bigerin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê hejmara jinên ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kuştin, gihaşt 61 jinan. Zêdetirî hezar jin hatine revandin.

REWŞA ABORÎ

Li herêmên dagirkirî kel û pel gelek buha ne û bi lîreyê Tirkiyê ne. Ji bilî talankirinê, derfetên kar jî lê peyda nabin.

Li gorî çavkaniyên taybet buhaya lîtreya mazotê li herêmên dagirkirî gihaşt 4 lîreyên Tirkiyê, şûşeya gazê 5 lîreyên Tirkiyê û nan hezar û 500 lîreyê Sûriyê û empîr gihaşt 2 dolaran.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî lîreyê Tirk li sivîlan ferz dike da ku piştgiriya aboriya Tirkiyê bike. Li aliyek din bi vê yekê dixwaze hegamonyaya xwe li herêmê ferz bike.

ANHA