Kongreya Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin

Kongreya Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, bi taybetî êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.

Kongreya Star a Lubnanê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin
17 hezîran, 2020   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Star diyar kir ku civaka navdewletî berpirsê bombebaranên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêma Şengalê û kampa Mexmûrê ye, her wiha bang kir ku divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt bike.

Daxuyanî bi beşdariya bi dehan kurdistaniyên li paytexta Lubnanê Beyrûtê hat xwendin. Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin:

“Bi navê kongreya Star a Lubnanê êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, her wiha mebesta Tirkiyê ji van êrişan, şikandina vîna gelên azad, hewldana pêkanîna planên dagirkirinê û belavkirina aloziyê ye. Her wiha bêdengiya navneteweyî alîkarê van êrişan e. Em Kongreya Star êrişên li ser herêma Şengal û kampa Mexmûrê, şermezar dikin û civaka navneteweyî berpirsê giyanên sivîlan e. Her wiha bang li gelê Kurd dikin ku yekitiya xwe xurt bikin, ji ber yekitî rêya tekane ya serkeftinê ye.

Bijî biratiya gelan, bimire faşîzma Tirk.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mCv7ngGUPaw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>