Rojeva rojnameyên erebî – 17 Hezîran

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa aborî ya Sûriyê, destwerdana Tirkiyê li Rojhilata Navîn û Lîbyayê kir, her wiha rojnameyan behsa tevgerên erebî û ewropî yên li hember dewleta Tirk kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 17 Hezîran
17 hezîran, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: QANÛNA QEYSER TECRÎDA ESED ZÊDE DIKE Û FIŞARÊ LI HEVALBENDÊN WÎ DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Îro Qanûna Qeyser ya amerîkî ya parastina sivîlên li Sûriyê ya 2019’an dikeve miryetê, bi wê re jî tecrîkirina serokê Sûriyê Beşar Esed, fişarkirina li hevalbendên wî Rûsya û Îranê zêde dike."

Tê payîn ku gelek xebat li Washingtonê îro bên kirin ku destpêkirina pêkanîna qanûna ku serokê Amerîkayê Donald Trump dawiya sala borî îmze kiriye, ragihînin.

Bi Qanûna Qeyser re Trump dikare pereyên her ferdek an jî aliyek bi Sûriyê re dide û distîne, çi hemwelatiya wî dibe bila bibe, bicemidîne, her wiha Qanûna Qeyser cara yekê ye ku blokên rûsî û îranî li Sûriyê hedef digire.

Li aliyekî din jî nûnerê taybet ê NY’yê li Sûriyê Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî de hişyarî da ku, li gel hilweşîna aborî ya mezin û "bandoriya mezin" a aloziya banka Lubnanê "Birçîbûn li deriyan dide". Her wiha nûnerê Amerîkayê Kelly Craft rejîma Esed xiste nava du bijarteyan ku rêveçûna navneteweyî ya xebata siyasî bişopîne yan jî piştevaniya jinûveavakirinê û ferzkirina cezayan li rejîm û piştevanên darayî nebin.

Li hêleke din jî wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyalog bi wezîrê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re pêk anîn û bi avaker û sûdwar wesifandin, ku zêdetir li ser rewşa Sûriyê û amadekariyên merheleya bê bi taybet li ser asta kesên li hember pirsgirêkên Qanîna Qeyser  hatin nîqaşkirin, her wiha her du aliyên li ser lûtkeyek ku dê di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de di çend hefteyên bê de li ser hevkariya kedên hevpar li Sûriyê, li hev kir.

Şeva duh anku  beriya Qanûna Qeyser têkeve miryetê, nirxa lîreya Sûriyê li hember dolarê Amerîkî pir daket, li Şamê û gelekê herêmên dîtir ên Sûriyê krîza jiyanê heye.

EL-EREB: ÎMARATÊ TÊKILDARÎ SERWERIYA TIRKIYÊ YA LI DERYAYA SPÎ HIŞYARÎ DA EREB Û EWROPIYAN

Der barê destwerdana Tirkiyê li Rojhilata Navîn de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Dewletên Ewropî di nav de Fransa, Yewnanistan û Qubris bi gefên ku Tirkiyê Lîbyayê keysbaz dike serwext in ji ber dewleta Tirkiyê hewl dide mayînde serweriyê li ava herêmê ya tê de tijî gaz heye bike, ev jî binpêkirina qanûna navneteweyî ye. Ji ber wê jî şerên li Rojhilata Navîn û Bakur Afrîkyayê bûne pirsgirêkên Ewropayê. Tevî tevliheviya li ser helwestên mezintirîn dewletên mîna Fransa û Elemaniya ji bo sekna li hember serweriya Tirkiyê."

EL-BEYAN: RÛSYA DI NAVBERA ÇARESERIYA LI LÎBYAYÊ Û MÊTINGERIYA TIRKIYÊ DE YE

Rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Geşedanên dawîn li Lîbyayê pirsên der barê guhertinên ku dibe di helwestên Rûsyayê ji bûyerên li welêt çêbûne de, teqandin. Hin jî dibêjin, dibe ku ew encama girêbestekê di bin masê de di navbera her du aliyan de be ku Idliba Sûrî li beramberî Lîbyayê be. Geşedanên dawîn li bakurê Sûriyê vê yekê tune nake lê belê bi awayekî baş diyar dike ku firehiya nakokiyê di navbera  Moskov û Enqereyê de fireh dibe."

Li gorî lêkolînerê siyasî yê kar û barên Rojhilata Navîn Sergey Bersanov ku lezkirina Moskovê di ragihandina destekdayîna ji "Ragihandina El-Qahîreyê" re helwesta rast a rêveberiya Rûsyayê di çareserkirina siyasî de, diyar dike."

(fr-bx)