Şêniyên Tirbespiyê: Di bin navê partiyan de Kurdistan nayê bidestxistin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku divê partiyên kurdî berjewendiyên xwe yên taybet deynin aliyekî û got "Di bin navê partiyan de Kurdistan nayê bidestxistin."

Şêniyên Tirbespiyê: Di bin navê partiyan de Kurdistan nayê bidestxistin
17 hezîran, 2020   07:40
 QAMIŞLO

Şêniyê bi navê Mîzervan Ebdo ji bo serkeftina qonaxa duyemîn a diyalogên kurdî-kurdî da zanîn ku divê kesên ku di nava dialogê de cih digirin li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî nemeşin û got: "Divê berjewendiyên xwe yê kesayetî nedin pêş, li berjewendiyên gelê xwe bigerin"

Ebdo xuya kir ku di vê pêngava duyemîn de divê gelê Kurd şiyar be û got: "Divê partiyên siyasî yên Kurdan bi hev re yekrêziya xwe ava bikin, ger li hêviya aliyên derve bimînin dê tevlihevî derkevin û di encamê wan tevliheviyan de dê yekitî ava nebe."

Mîzervan Ebdo da zanîn ku bi yekitiyê dê siyaseta qirkirinê ya dijminên gelê Kurd bê sekinandin.

Her wiha şêniya bi navê Xaliya Ehmed jî da zanîn ku ji ber hincetên ENKS`ê her car diyalogên kurdî-kurdî tên sekinandin û got: "Her dem hincetan dibînin, nikarin xwe ji dewleta Tirk qut bikin, bangawaziya me ji ENKS`ê re heye bila hinekî li xwe vegere, dijmin tu carî naxwaza em bibin yek."

Xaliya wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gerek partiyên me yên siyasî jî dev ji berjewendiyên xwe berdin û hemû li yekrêziya kurdî vegerin hetanî ku em hemû bibin yek û em bikarin dijminên xwe têk bibin. Bila gel partiyan ji xwe re nekin wek pêşeng, bila gel xwe bi xwe hilbijêrin, yekrêziya kurdî bi gel ava dibe. Bangewaziya me ji gel re ew e ku xêza azadiyê hilbijêrin û berjewendiyan deynin aliyekî, ger em di bin navê partiyan de bimeşin em tu carî Kurdistanê bi dest naxin."

Xaliya destnîşan kir ku her ku diyalogên kurdî-kurdî gaveke ber bi serkeftinê ve diavêje, êriş tên ser Kurdan û got: "Wekî ku projeya demokratîk li rojavayê Kurdistanê dest pê kir û hemû pêkhateyan cihê xwe di nav de girt, li hember vê yek siyaset li ser tê meşandin, dixwazin bi navê Kurdan her tiştî xerab bikin."

Her wiha şêniya bi navê Necla Erefat da zanîn ku dive gelê Kurd ji bo yekitiya xwe dev ji partiyan berde û got: "Ji ber ku yekitî ji partiyan girîngtir e, a girîng ev pêngav e."

Necla da zanîn ku bi yekitiya kurdî dê Kurd bi ser bikevin û dê pêşeroja wan jî serkeftî be û got:  "Dema yekitî hebe dê berxwedana li hember êrişên dijmin xurttir be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eAKOpLU3BMY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>