Aldar Xelîl: Em bi hêvî ne qonaxa bê bikeve xizmeta gelê me

Der barê qonaxa bê ya dan û standinên yekitiya neteweyî de, Aldar Xelîl got ew bi hêvî ne ku ev qonax bibe qonaxa pêşketinên dîroki û bikeve xizmeta gel.

Aldar Xelîl: Em bi hêvî ne qonaxa bê bikeve xizmeta gelê me
17 hezîran, 2020   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û ENKS li hev civiyan û 10’ê Hezîranê dan û standinên kurdî-kurdî derbasî qonaxa duyemîn bûn. Gelê Kurd têkildarî vê yekê nêrînên xwe tîne ziman û dibêje ku yekitiya neteweyî garantiya redkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê ye.

Di çarçoveya dan û standinên kurdî-kurdî de îro endamê Desteya Hevserokatiya a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir.

Peyama Aldar Xelîl wiha ye: "Piştî rêzehevdîtin û diyalogan, her wiha da ku berjewendiyên neteweyî yên gelê me bi ser bikevin, spasiya hemû kesên ku bûn alîkar da ku pirsgirêkên di navbera navbera ENKS û Partiyên Yekitiya Nîştimanî yên Kurdî de werin derbaskirin, dikin. Ev kar û xebatên destpêkê yên ku hatin pêkanîn, ji bo pêkanîna yekitiya gelê Kurd gaveke mezin e, lewma em bi hêvî ne ku qonaxa bê, qonaxa pêşketinên dîrokî be, bikeve xizmeta gelê me û xwestekên wî yên demokratîk."

(eh)