​​​​​​​Qanûna Qeyser îro dikeve meriyetê… Bandora qanûnê dê çawa were sivikkirin?

Qanûna Qeyser a cezayên li ser Sûriyê îro dikeve meriyetê, lê belê gel dê çawa xwe ji zirarên wê biparêze? Li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêşniyar der bara wê de ji Rêveberiya Xweser re hene.

​​​​​​​Qanûna Qeyser îro dikeve meriyetê… Bandora qanûnê dê çawa were sivikkirin?
​​​​​​​Qanûna Qeyser îro dikeve meriyetê… Bandora qanûnê dê çawa were sivikkirin?
​​​​​​​Qanûna Qeyser îro dikeve meriyetê… Bandora qanûnê dê çawa were sivikkirin?
​​​​​​​Qanûna Qeyser îro dikeve meriyetê… Bandora qanûnê dê çawa were sivikkirin?
17 hezîran, 2020   02:12
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MUSTEFA

Li gorî rêveberiya Amerîkayê, navê qanûna cezayên Amerîkayê, Qanûna Qeyser e, ew nav jî li gorî wênekêşekî leşkerî yê berê di nava polîsên leşkerî yên Sûriyê de bû, bi navê tevgerî Qeyser e. Qeyser di havîna 2013’an de tevî 55 hezar wêneyên ku bandorên îşkenceyê tê de diyar dikin, ji Sûriyê revî.

Qanûna Qeyser li dijî serokê Sûriyê Beşar Esed, saziyên leşkerî û ewlehî, tevahî saziyên hikumeta Sûriyê ji wezaret, parlamenter û hwd tê ferzkirin, her wiha li ser ferd û şîrketên ku piştevaniya serok an jî alîkariya wî dikin jî tê ferzkirin.

Li aliyekî din jî projeya Rûsya û Îranê li Sûriyê berdewam e, her wiha dê ceza li dijî wan jî werin birîn ku piştevaniya hikumeta Sûriyê dikin. Ji ber naveroka Qanûna Qeyser diyar e ku dê ceza li dijî rayedarên Îran û Rûsyayê jî ku piştevaniya hikumetê dikin, werin birîn.

Tevî ku nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê William Roback demeke berê dabû zanîn ku Qanûna Qeyser li ser herêmên Rêveberiya Xweser ne derbasdar e, lê cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd destnîşan kir ku ev soz teorî ne, ew nikarin li gorî wê tev bigerin, ji ber ku herêm di dorpêçê de ye.

Her wiha dê bandorên Qanûna Qeyser li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin, ji ber dan û standin bi lîreyê Sûriyê ye û ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye û alîkariyên mirovî yên NY’yê nagihînin wê herêmê. Ji ber wê çavê şêniyan li Rêveberiya Xweser e ku dê çawa azarên şêniyan bike.

Li gel rewşa jiyanê li herêmê, Rêveberiya Xweser aboriyeke serbixwe ji xwe re bingeh digire, serxwebûna aborî ne li gorî sermayeya taybet û ne jî sermayeya dewletê ye, lê belê li gorî endustirya ekolojîk û komînal a hevpar e ku bandorê li aboriya demokratîk dike.

AVAKIRINA PROJEYÊN BIÇÛK

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser di avakirina gelek komeleyên kollektîf li herêmê de bû piştevan û ava kirin.

Şênî jî beşdarî komeleyên kollektîf bûn, bi taybet ên çandiniyê, her wiha bi dehan komeleyên kollektîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ji ber ku xwezaya wê bû alîkar. Lê belê hin proje ji ber nepisporiya şêniyan di rêveberina komeleyan de bi bin ketin.

Şêniya bi navê Ayşe Mihemed ku beşdarî komeleye çandiniyê ya li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê bûye diyar kir ku digel 50 beşdarên ji herêma Dêrikê de beşdarî çandina genim bûye.

Ayşe Mihemed der barê buhabûnê de gilî kir û got komele ligel buhabûna kel û pelan bi dolar li hember lîreya Sûriyê nikarî hin tedbîr bigirtana, lê belê tevî wê piştrst kir ku beşdarbûna di komeleyan de barê şêniyan sivik dike.

Ayşe Mihemed daxwaz kir ku komeleyan aktîf bikin û bi pêş bixin, her wiha bang li tevahî şêniyan kir ku bi rêya komînên xwe tev li komeleyan bibin da ku bikaribin debara xwwe bikin.

HERÊMA BAKURÊ SÛRIYÊ CIHÊ ÇANDINIYÊ YE Û DIKARE DEBARA XWE PÊK BÎNE

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rûberên fireh ji zeviyên çandiniyê navdar e, lê tê de berhemên tov, baqil, sebze, giyayên tenduristî û bêhnê, her wiha berhemên mîna pemobo, çelma şekir tên çandin.

Li gorî şêniya bi navê Gulê Hesen ji gundê Hemze Bek ê bajarê Dêrikê, heke rûberên çandiniyê bi awayekî baş hatin bikaranîn, dê herêmê ji geleke dahatûyên derve dabîn bike û alîkariya herêmê ji debarê bike.

Gulê Hesen destnîşan dike ku herêmê û li gorî derfetên heyî dikare hejmara firnan ji ber hebûna genim zêde bike, her wiha dikare kargehên çêkirina zeyta garis, kargehên çêkirina madeyên xwarinê yên cihêreng veke, li aliyekî din jî dikare beşa sewalvaniyê bi aktîfkirina kargehên mast û penêr bi pêş bixe.

Gule Hesen piştrast kir ku zêdekirina projeyan li herêmê dê bi xwe re bandoreke erênî ji aboriya herêmê re bîne û dahatûyên ji derve qut bike.

GILÎ Û PÊŞNIYAR

Şênî bi taybet xwediyên quta wan kêm ku pişta xwe didin karê rojane ji ber buhabûna tiştan û kêmderfetên xebatê, gilî dikin.

Şêniyê bi navê Elaa Dahir Hesen ji navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê wiha got: "Gel êşa buhabûna kel û pelan û aloziya rewşa aborî dikişîne. Ji lew re pêşniyar dikim ku kargehên madeyên xwarinê bên vekirin ku tevahî gel mîna komeleyên kollektîf tê de beşdar bin û bixebitin."

Her wiha Elaa Dahir Hesen wiha domand: "Divê rûberên çandiniyê bi sebze û fîkiyan bên çandin, ev jî dê piştevaniya dabînkirina herêmê ji tevahî madeyan bike."

Nesrîn Elî ji navçeya Dirbêsiyê bang li Rêveberiya Xweser kir ku derfetên xebatê ji şêniyan re bi rêya aktîfkirina komeleyên kollektîf bi taybet ji bo jinên di komînan de, dabîn bike.

Şêniyê bi navê Ezet Mihemd ê ku ji bajarê Kobanê yê herêma Firatê ye ji ber buhabûna kel û pelan, zêdekirina bar li ser şêniyan, bi taybet li ser xizanan û xwediyên quta xwe kêm, gilî kir.

Ezet got ku ew dikarin bi şêweyekî baş ji zeviyên çandiniyê sûdê wergirin, projeyên avdanê bi pêş bixin da ku tevahî sebzeyên mewsimê biçînin. Lê belê îşaret pê kir ku ew astegniya kêmbûna avê dikişînin.

Zirgar Talib ji bajarê Kobanê, got ku her tişt buha ye, êdî xebatkar bi sedema rawestandina karên serbest li gel buhabûnê li mal rûniştîne û bang li dabînkirina av û sotemeniyê ji bo zeviyên çandiniyê kir ku wan zeviyên bejî vegerînin avî, da ku sûdê bi awayekî mezin di çandina berhemên cuda de wergirin.

RÊVEBERIYA XWESER PIŞTEVANIYÊ JI KOMELEYÊN ÇANDINIYÊ RE PÊŞKÊŞ DIKE

Hevserokê Desteya Çandinî û Aboriyê Selman Barodo der barê bersivdana daxwazên şêniyan de wiha got: "Li gel me komeleyên cotkariyê yên kollektîf hene ku zeviyên çandiniyê yên wan komeleyan ji bo wergirtina pêdiviyên çandiniyê mîna tov û semad tên ruxsetkirin, her wiha tevahî madeyên çandiniyê ji cotkaran re tên dabînkirin ku bar li ser wan sivik bikin, her wiha hin komeleyên kollektîf ên dîtir jî hene."

Barodo got hin hêsankirin û piştevaniyên Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên beşdarî komeleyan bûne hene, bi taybet komeleyên çandiniyê. Lê belê di rewşa niha de ku herêm tê re derbas dibe, dijwar e ku projeyên kollektîf bi awayekî berfireh aktîf bikin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QhR1DK84zSU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>