Ciwanên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şengalê dan

Ciwanên şoreşger ên Kobanê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kirin.

Ciwanên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr û Şengalê dan
16 hezîran, 2020   17:39
KOBANÊ

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan  ciwananan li parka 19‘ê Tîrmehê ya li bajarê kobanê, ji aliyê endama ciwanan ve Gulan Semsûr  ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Careke din dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe ya qirkirinê li hember gelê Kurd da nîşandan. Di êrişên li Şengalê, kampa Maxmûrê û derdorê wan de dijminên mirovahiyê bi kuştina sivîl û penaberan kîna xwe ya li dijî aşitî, demokrasî û nasnameya gelan pêk anî û hemû zagon û peymanên mirovahiyê bin pêkirin.

Dewleta Tirk ya ku bi sedsalan e şerê kurdan dike bi her şêwe û kiriyaran hewl dide gelê me qir bike. Bê cudahî hebûna gelekî xwedî dîrok, xak û nasname dike hedef. Dewleta Tirk bi desthilatdariya xwe ya tundirew nikare xwe li hember derfeteke azad ji bo beşekî penaberkirî ji vî gelî bigire, lewra bi alav û firokan êrîşî wan kir. Her car di bin navnişana terorê zarok, jin û sivîlên Kurd tên kuştin. Ji lewre, pêwîst e gelê Kurd, gelên herêmê, raya giştî ya cîhanê û hemû rêxistin û tevgerên mirovahiyê helwesta xwe ya li dij van êrîşan diyar û bilind bikin, ji ber bê dengî berdewamiya kuştin û tinekirina gelê me ye.

 Em wek ciwanên şoreşger ên kantona Kobanê, bi dengekî bilind êrîşên li ser herêmên navborî şermezar dikin. Em ê  berxwedan û têkoşina azadiyê geştir bikin ta gelê me bi hêz û parastina xwe aramiya xwe bidest bixîne. Lê em cardin ji cîhanê tevahî dixwazin gelê me yê mafdar bê pişt nehêlin û seknek mirovî li pişt wan bikin.

Bêguman hemû gel hêza xwe ji ciwanên xwe digrin ji lewre em soz didin ku xebata xwe bilintir bikin û gelê xwe rêzgar bikin".

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e4ioyl9w_Gk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>