Bedran Çiya Kurd: Tirkiyê bi rêya NATO`yê ewlehiya herêmî û navdewletî xerab dike

Bedran Çiya Kurd got: "Tirkiyê endameke neyenî ye ku bi rêya bikaranîna endamtiya xwe ya di NATO`yê de aramiya navdewletî û herêmî têk dibe. Heger NATO`yê helwestek diyar ji êrişên Tirkiyê nîşan neda, ev tê wateya ku ew jî tev li pêkanîna komkujiyan li dijî Kurdan û gelên herêmê bûye."

Bedran Çiya Kurd: Tirkiyê bi rêya NATO`yê ewlehiya herêmî û navdewletî xerab dike
17 hezîran, 2020   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Şeva 15`ê Hezîranê balafirên şer ên Tirkiyê bi dijwarî Şengal, Wargeha Mexmûr ên Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastina Medya bomberbaran kirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi xwe êriş bi rêve bir. Wezaretê îdia kir ku wê Partiya Karkerên Kurdistanê kirine hedef. Lê di rastiyê de sivîlên Êzidî û şervanên YBŞ`ê yên ku li hemberî DAIŞ`ê liber xwe dane, armanc kir. Her wiha  şêniyên Bakurê Kurdistanê yên ku ji ber komkujiyên wê ji warên xwe ji herêmên Botan û Behdînan derketine û wargeha Mexmûrê bicih bûne, kir hedef.

Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derewand û got: " Li herêmên ku balafirên Tirkiyê êriş kirine, şervanên me tune ne." Her wiha HPG`ê anî ziman ku dewleta Tirk bi vê yekê niyeta xwe ji bo pêkanîna qirkirinê bi hedefgirtina PKK`ê mafdar dike.

Di heman mijarê de Fermandiya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di daxuyaniya xwe de got balafirên Tirkiyê 6 baregehên girêdayî YBŞ`ê kirin hedef. Di encamê de 4 şervanên yekîneyê birîndar bûn.

Fermandariya giştî got ev êriş di çarçoveya hewldanên Tirkiyê de yên ji bo vejandina êrişên DAIŞ`ê yên sala 2014`an, guhertina demografiya herêmê û belavkirina fikrê ixwan muslimanan li Şengalê tên.

 ‘ÊRIŞA TIRKIYÊ XELEKEK JI XELEKÊN QIRKIRINA GELÊ KURD E‘

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya êrişên Tirkiyê şermezar kirin û got: "Ev êriş xelekek ji rêze komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê me û gelên herêmê ye. Êrişa 15`ê Hezîranê ya li dijî Şengal û Mexmûrê di salvegera qirkirina 1915`an a li dijî pêkhateya xiristiyan ji Ermen, Suryan û Asûr pêk anî."

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de got: "Tirkiyê niha mîrasgirê siyaseta osmanî ya qirkirin, hovîtî û lîstina bi cenazayan e. Ew hişmendî heta niha heye. Lê bi rêbazên hovantir û bi zanbûn tê meşandin, armanc ew e ku berxwedan û muxalefetê ji kokê ve rakin."

 ‘TIRKIYÊ ÊRIŞÊN XWE YÊN LI DIJÎ GEL KURD WEK NIXUMANDINÊ JI XWE RE DIBÎNE‘

Çiya Kurd bi domdarî got: " Êris dema ku rejîma Tirk di lûtkeya aloziyên hundirîn, siyasî û aborî de ye pêk hat. Bi civaka navdewletî re girêdayî dozên Lîbya, Sûriyê û xebatên vekolandinê li rojhilatê Deryayê Spî nakok e. Lewra Tirkiyê niha êrişên xwe li dijî kurdan wek nixumandinekê ji aloziya xwe re dibîne. Ev xwezaya rejîmên faşîst e yên ku li ser hestiyên gelên bindest ava dibin."

‘TIRKIYÊ HEWL DIDE DEWLETÊN CÎRANÊ VEGUHERÎNE QADÊN VEKIRÎ JI ŞERÊ XWE LI DIJÎ KURDAN‘

Her wiha Çiya Kurd bibîr xist ku êrişên balafirên Tirkiyê yên li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya penbarên ku bi zorê daye koçberkirin, li dijî pîvanên mirovî ne û îşaretpê kir ku hîna birîna Şengalê ji êrişa DAIŞ`ê nehatin kewandin, êrişek din di çarçoveya berdewamkirina qirkirina DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan de pêk tê.

Çiya Kurd wiha pê de çû: "Bi vê yekê Tirkiyê hewl dide dewletên cîran veguherîne qadên vekirî ji bo şerê xwe li dijî Kurdan û gelên herêmê. Hêza gelê herêmê û ciwanên wê bikar tîne da ku planên osmanî pêk bîne."

Bedran Çiya Kurd got divê gelên herêmê hemû li dijî van projeyên Tirkiyê yên mêtîngerî tê bikoşin û divê pergalên Ereb li hember dagirkeriya Tirk bisekinin û planên wê rawestînin û ev tişt anî ziman: "Mîna çawa gelên Ereb li dijî osmaniyan di sala 1918`an de serî hildan û ew ji tevahiya welatên Ereb derxistin. Niha jî divê li dijî Tirkiyê ya ku li Sûriyê, Iraq, Qeter, Somalê ye û hîna ber bi Tunis, Lubnan û Misirê ve dirêj dibe, serî hildin."

 ‘TIRKIYÊ ENDAMTIYA XWE YA NATO`YÊ BI KAR TÎNE DA KU EWLEHIYA HERÊMÊ BIHEJÎNE‘

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya êriş û mudexeleyên xwe yên di herêmê de vediguhere endamek neyînî ku ewlehiya navdeweletî û herêmî dihejîne. Ji bo pêkanîna planên xwe endamtiya xwe di NATO`yê de bi kar tîne.

Çiya Kurd bang li NATO`yê kir ku li hember siyastên Tirkiyê yên li dijî Kurdan û gelên herêmê xwedî helwestek cidî bin û heger wisa nekir, ew tê wateya ku ew jî berpirsa sûcên Tirkiyê li dijî gelê Kurd li Kurdistanê ye.

Çiya Kurd got divê rêxistinên navdewletî jî helwestek diyar ji sûcên Tirkiyê û binpêkirina wê ji qanûn û pîvanên navdweltî re nîşan bidin.

cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de got: "Rejîma faşîst a Tirk ji bilî mezinkirina têkoşîn û berxwedanê tu rê li pêşiya gelên Kurdistanê nehişt. Divê aliyên tevgera siyasî ya Kurdistanê bibin yek. Bê yekitî rejîma Tirkiyê ya faşîst van aliyan li dijî hev bikar tîne da ku planên xwe yên kirêt pêk bîne."

(şx)

ANHA