Sefareta DYA‘yê ya li Şamê: "Qanûna Qeyser" ket meryetê

Sefareta Amerîkayê ya li Şamê ragihand ku  "Qanûna Qeyser" ket meryetê ya ku cezayan li ser hikumeta Sûriyê ferz dike.

Sefareta DYA‘yê ya li Şamê: "Qanûna Qeyser" ket meryetê
16 hezîran, 2020   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Sefaretê li ser rûpela xwe ya tevna civakî nivisî: "Bi keta cezayên qanûna Qeyser meryetê re, DYA‘ dê bi erkên xwe yên derbasbûna desteka mirovî ya navdewletî ji bo sivîlên li Sûriyê girêdayî be. Ev yek wê bi koordîneya xurt a di navber şirîkên navdewletî pêk werin."